Lingê kolberekî Kurd ji ber teqîna mînê li sînorê Newsûdê hate qutkirin

10 November 2025 19:48

Hengaw; Duşemî 10ê Mijdara 2025an

Îbrahîm Ebdulahî, kolberê xelkê Ciwanroyê, ji ber teqîna mînekê li navçeya sînorî ya Newsûdê li bajarê Pawe yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, bi giranî birîndar bû û bi neçarî lingê wî yê rastê ji aliyê gûzînkê ve hate qutkirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 10ê Mijdara 2025an, Îbrahîm Ebdulahî yê 40 salî û xelkê gundê "Bazan" ê ser bi bajarê Ciwanroyê, ji ber teqîna mînekê beşek ji lingê xwe ji dest da.

Îbrahîm Ebdulahî li navçeya sînorî ya "Taqedar" a bajarê Newsûda Pawê rastî vê bûyerê hatiye û piştî ku ji bo navendên pizîşkî hatiye veguhastin, rewşa wî bi nebaşî hatiye ragihandin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin