Kolberekî Kurd li Sînorê Makûyê ji aliyê hêzên leşkerî yên Tirkiyê ve hate Kuştin

04 December 2025 20:43

Hengaw; Pêncşemî 4ê Kanûna 2025an

Husên Dewletxah, kolberê xelkê Makûyê bi teqeya rasterast a hêzên çekdar ên Tirkiyê li ser sînorê Makûyê jiyana xwe ji dest da. Birayê wî yê 18 salî yê bi navê Wehîd Dewletxah jî sê sal berî niha di dema kolberiyê de bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hatibû kuştin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 2ê Kanûna 2025an, Husên Dewletxah, bavê sê zarokan û xelkê gundê Yarmiq ê ser bi bajarê Makûyê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Tirkiyê hate kuştin.

Li gorî çavkaniyên Hengawê, Husên Dewletxah di dema kolberiyê de li navçeya sînorî ya Makûyê di halekê de ku li axa Îranê (Rojhilatê Kurdistanê) bûye, bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Tirkiyê bûye armanca.

Termê Husên Dewletxah, ku duh ji bo nexweşxaneya Fecr a Makûyê hatibû veguhastin, roja Çarşemî li gundê wî hate biaxsipartin.

Berpirsên Komara Îslamî ya Îranê heta niha jî li hember kuştina vî kolberê ciwan di nav axa Îranê de ji aliyê hêzên çekdar ên Tirkiyê ve bertek nîşan nedane.

Hêjayî gotinê ye ku berê, roja Duşemî 21ê Tebaxa 2022an, birayê wî yê temen 18 salî yê bi navê Wehîd Dewletxah li sînorê Makûyê rastî teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hatibû û piştî veguhastina wî bo nexweşxaneya Fecr a Makûyê ji ber kûrahiya birînên xwe canê xwe ji dest da.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin