Canjidestdana du kolberên Kurd ji ber ketina bin reniyê li ser sînorên di navbera Îran û Tirkiyê de
Hengaw; Sêşemî 9ê Kanûna 2025an
Du kolberên Kurd ên xelkê bajarê Urmiyê yên bi navên Meihsûm Ehmedî û pismamê wî Candar Ehmedî yên xelkê devera Soma û Biradosta Urmiyê, ji ber ketina bin reniyê li ser sînorên di navbera Îran û Tirkiyê (Rojhilat û Bakurê Kurdistanê) de canê xwe ji dest dan.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemê 9ê Kanûna 2025an, Meihsûm Ehmedî û Candar Ehmedî, du kolberên xelkê gundê Koran ê ser bi devera Soma û Biradosta Urmiyê, ji ber ketina bin reniyê canê xwe ji dest dan.
Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, kolberekî din ku digel van herdu kolberan bûye û kariye bê rizgarkirin û vegeriyaye.
Salane bi dehan kolber ji bo debara jiyana xwe berê xwe didine çiyayên sînorî û ji ber hatina reniyê birîndar dibin û çendîn kes jî canê xwe ji dest didin.