Rêbwar Mihemedzade, kolberê xelkê Banê bi guleyên rasterast ên hêzên sînorî hate kuştin

01 October 2025 19:27

Hengaw; Çarşemî 1ê Cotmeha 225an

Kolberekî ciwan ê xelkê Banê yê bi navê Rêbwar Mihemedzade, di dema kolberiyê de li bilindahiyên sînorî yên "Sûrkêw" ê ser bi bajarê Banê bi teqeya rasterast a hêzên sînorî yên Komara Îslamî ya Îranê hate kuştin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di demjimêrên destpêkî yên sibêdeha roja Çarşemî 1ê Cotmeha 2025an, kolberekî xelkê gundê "Sipîdar" ê girêdayî bajarê Banê yê bi navê Rêbwar Mihemedzade yê temen 38 salî di dema kolberiyê de bi guleyên rasterast ên hêzên leşkerî canê xwe ji dest da.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev kolberê ciwan li bilindahiyên sînorî yên "Sûrkêw" bûye armanca guleyên şer û di cih de jiyana xwe ji dest daye.

Hêjayî gotinê ye ku Rêbwar Mihemedzade zewicî ye û bavê du zarokan e.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin