Bane; Teqîna mînê bû sedema kêmendamiya kolberekî Kurd

09 October 2025 17:26
Hengew; Pêncşemî 9ê Cotmeha 2025an
Nasir Rehîmî, kolberê xelkê bajarê Banê di encama teqîna mînekê de li navçeya sînorî ya "Hengejale" ya ser bi vî bajarî rastî kêmendamiyê hat.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengewê, roja Çarşemî 8ê Cotmeha 2025, Nasir Rehîmî yê xelkê gundê "Mincîlan" ê ser bi navçeya Nimşîr a bajarê Banê, di encama teqîna mînekê de rastî kêmendamiyê hat.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Nasir Rehîmî meçeka pêyê xwe ji dest daye û bo navendên dermanî hatiye veguhastin.
Source: Hengaw