Rapora Hengawê li ser kuştina Robîna Emîniyan, xwendekara Kurd, bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê li Tehranê
Hengaw; Yekşemî 11ê Çileya 2026an
Robîna Emîniyan, welatiya Kurd û xwendekara Zanîngeha Şerîetî ya Tehranê û xelka bajarê Nodşeyê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, di meşa nerazîbûnên girseyî yên Tehranê de, bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê hate kuştin. Robîna bîst û sêyemîn welatiya Kurd e ku di heyama nerazîbûnên vê dawiyê de hatiye kuştin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirova ya Hengawê, roja Pêncşemî 8ê Çileya 2026an, Robîna Emîniyan, welatiya 23 salî ya Kurd û xelka Nodşeyê û rûniştiya Kirmaşanê, xwendekara Zanîngeha Teknîkî ya Şerîetî ya Tehranê di beşa dîzaynê de, di meşa nerazîbûnên girseyî yên Tehranê de bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî jiyana xwe ji dest da.
Bi gotina çavkaniyên agehdar, ev xwendekar ji ber lêketina guleya hêzên hikûmetê li serê wê, ji mewdayeke nêzîk û ji pişt ve, jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî zanyariyên gihîştî, hêzên hikûmetî destpêkê red kirine ku termê vê xwendekarê radestî malbata wê bikin û piştî şopandina zêde ya malbata wê, ew birine cihê ragirtina terman da ku nasnameya wê piştrast bikin.
Di berdewamiyê de, malbata wê tevî hebûna zext û sînordarkirinên ewlehiyê, termê wê wergirtine. Tevî vê yekê jî, hêzên hikûmetê bi sepandina zextên tund ên ewlehiyê, rêgirî li lidarxistina her cure rêûresmeke axsipartinê û şîn û serxweşiyê ji bo navbirî li bajarê Merîwanê kirine.