Kamêran; Xwekujiya keçeke dersxwan ji ber destkurtiya malbata wê bo dabînnkirina xercên zanîngehê

14 July 2024 14:39


Hengaw; Yekşemî 14ê Tîrmeha 2024an

Keçeke xelka bajarê Kamêranê ya bi navê Sayan Tewangerî, piştî ku li ceribandinên bo zanîngeha Ferhengiyan serkeftî bibû, ji ber ku malbata wê nekarîbû xercê wê yê zanîngehê bide, hewla xwekujiyê da û dawî bi jiyana xwe anî.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 13ê Tîrmeha 2024an, Sayan Tewangerî ya temen 18 salî û xelka gundê “Wiştirmil” ê ser bi bajarê Kamêranê li nexweşxaneya Tewhîd a Sinê canê xwe ji dest da.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, vê xwendekara keç roja Pêncşemî ya hefteya borî bi xwarina hebên “tramadol”ê hewla xwekujiyê dabû û bo nexweşxaneya Tewhîd a bajarê Sinê hatibû veguhestin.

Vê çavkaniyê îşare bi wê yekê jî kiriye ku, bavê Sayanê tûşbûyî bi madên hişber e û piştî ku keça wî di ceribandinên taybet ên mamosteyan bo zanîngehê serdikeve, jê re dibêje ku ew nikare xercê zanîngeha wê dabîn bike, her lewma navbirî hewl daye xwe bikuje.


Di vî warî de zêde bixwînin