Pexşan Ezîzî, girtiya siyasî ya Kurd piştî 4 mehan ji binçavkirinê bo benda jinan a girtîgeha Êvînê hate veguhestin

Pexşan Ezîzî ya rojnamevan, hevkara civakî û girtiya siyasî ya berê ya Kurd ji benda 209 a gi

12 December 2023 19:24

 

Hengaw; Sêşemî 12ê Kanûna 2023an

Pexşan Ezîzî ya rojnamevan, hevkara civakî û girtiya siyasî ya berê ya Kurd ji benda 209 a girtîgeha Êvînê ya girtîgeha Wezareta Îtilaatê bo benda jinan a girtîgeha Êvînê hate veguhestin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 11ê Kanûna 2023an, Pexşan Ezîzî ku derçûya beşa hevkariya civakî ye, piştî çar meh û hefteyek ji binçavkirin û lêpêçînê li benda 209 a girtîgeha Êvînê, di dawiyê de bo benda jinan a vî girtîgehê hate veguhestin.

Pexşan Ezîzî ji heyama ku bi ser girtina wî ya dawî re derbas bûye, ji mafê destpêregihîştin bi parêzer, hevdîtina rûbirû û herwisa ji pêwendiya telefonî bi malbata xwe re hatiye bêparkirin.

Navbirî 4ê Tebaxa 2023an, ji aliyê hêzên ewlehî ve li şehreka Xerazî ya Tehranê hatibû girtin.

Hengawê berê li gorî çavkaniyeke agehdar nivîsîbû ku, bi wê girtiya siyasî ya berê re, çend kes ji endamên malbata navbirî jî hatibûne girtin ku ew piştî çend rojan hatibûne berdan.

Hêjayî gotinê ye ku, Pexşan Ezîzî 16ê Mijdara 2009an, di kombûna nerazîbûnê ya xwendekarên Kurd ên zanîngeha Tehranê de, li dijî bidarvekirina girtiyên siyasî li Kurdistanê hatibû girtin û di dawiyê de, roja 19ê Adara heman salê, piştî 4 mehan ji binçavkirinê, bi danîna barimteya 100 milyon Tumenî hatibû azadkirin.

Pexşan Ezîzî piştre ji ber zext û gefên berdewam ên saziyên ewlehî yên Îranê ji welatê Îranê çûbû derê û ji bilî lêkolîna li ser rewşa jinan li Kurdistana Iraqê û Kurdistana Sûriyê, ji bo baştirkirina vê rewşê, hin hewl di warê hevkariya civakî de encam dan.


Di vî warî de zêde bixwînin