Rêgirîkirina pasevanên zanîngeha Bû Elî Sîna ya Hemedanê ji çûna trombêla hawarçûnê bo nava zanîngehê, bû sedema canjidestdana Kîmiya Turkaşwend

21 June 2024 19:31

Hengaw; Înê 21ê Hezîrana 2024an

Jineke xwendekar a warê avahîsazî ya bi navê Kîmiya Turkaşwend bi sedemeke nezelala li xewtingeha keçan a “Debaxê” li zanîngeha Bû Elî Sîna a Hemedanê hewla xwekujiyê da û di encama hewlnedana navendên hikûmî bo rizgarkirina navbirî, canê xwe ji dest da. Pasevaniya zxanîngehê 40 xulekan pêşiya trombêla hawarhatinê li ber deriyê zanîngehê girtibû û ew yeka bû sedema canjidestdana vê xwendekara ciwan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Pêncşemî 20ê Hezîrana 2024an, xwendekareke keç a bi navê Kîmiya Turkaşwend ya xelka Twêsirkana Hemedanê û xwendekara têrma çarem a avahîsazî, ji rêya xwarina heban ve li xewtingeha keçan a Debaxê li zanîngeha Bû Elî Sîna ya Hemedanê dawî bi jiyana xwe anî.

Yek ji xwendekarên wê zanîngehê li derbarê vê mijarê ji Hengawê re ragihandiye ku: “Hêzên pasevan ên zanîngehê bo heyama 40 xulekan rêya hatina jorê ya trombêla hawarhatinê bo nava zanîngehê girtin û piştî paremayîna 40 xulekan, di dema veguhastina navbirî bo nav ambolansê de, ji ber şêweyên cilûbergên Kîmiyayê rêya veguhastina wê bo nav ambolansê girtine û di dawiyê de piştî liberkirina cilûbergan û derbasbûna 10 xulekên dinê, ew xwendekare bo nava ambolansê hate veguhastin û di encamê de canê xwe ji dest da”.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyên hûr ji sedemên xwekujiya wê keça xwendekar li ber dest nîne. Herweha heta derengahiya êvareya Pêncşemê, pasevanên zanîngehê û hêzên ewlehî xewtingeha keçan a Debaxê dorpêç kirin û gef li xwendekaran xwarin ku ev bûyere neyê medyayîkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin