Raportek li ser girtina Yelda Ebasî, hunermenda Kurd a navdar û nişteciha Almanyayê li Meşhedê
Hengaw; Duşemî 26ê Çileya 2026an
Yelda Ebbasî, hunermenda dutarjen û stranbêja Kurd a navdar a xelka bajarê Şîrwanê yê ser bi Xurasana Bakur û nişteciha Almanyayê, ku di van demên dawî de ji bo dîtina malbata xwe serdana Îranê kiribû, li Meşhedê hate girtin û ji bo birêvebirina sizayê salek girtîgehê bo girtîgeha Wekîlabad a Meşhedê hate veguhastin. Ev siza ji ber çalakiyên wê yên pêwendîdar bi tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" bêyî amadebûna wê hatiye dayîn.
Li gorî raporta ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 26ê Çileya 2026an, Yelda Ebbasî, hunermenda naskirî ya Kurd, nişteciha Almanyayê û xelka bajarê Şîrwanê, ji aliyê hêzên hikûmetî ve li mala bavê xwe li Meşhedê hate girtin û ji bo cîbicîkirina sizayê salek girtîgehê ku berê bêyî amadebûna wê hatibû dayîn, bo girtîgeha Wekîlabad a Meşhedê hate veguhastin.
Li gorî gotina çavkaniyên Hengawê, piştî girtina vê hunermendê jê re hatiye ragihandin ku di dosyeyeke pêwendîdar bi çalakiyên wê yên di meşa tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" de, sizayê salek girtîgehê bêy amadebûnê jê re hatiye dayîn û niha ji bo birêvebirina siza hatiye girtin.
Ev hunermend, dayîka zarokekî yek û nîv salî ye û nişteciha welatê Almanê ye ku ji bo betlaneya Kirîsmesê (sersala Zayînî) tevî hevjîn û zarokê xwe serdana Îranê kiribû da ku malbata xwe bibîne.
Yelda Ebasî, hunermenda naskirî û derçûya Konserwatuwara “Giuseppe Verdi” ya Îtalyayê, bi piştgirêdan bi mûzîka resen a Xurasanê û tevlîhevkirina dutara kevneşopî digel awaza kilasîk, piştî derketin di belgefîlma "Torqe" û damezrandina koma jinan a "Nazar"ê di sala 2015an de, wekî kesayetiyeke navneteweyî û balyozeke bihêz a çand û mûzîka Kurdî hatiye naskirin.
Wê di sala 2010an de yekem albuma xwe ya bi navê "Kiwat" bi hevkariya dayîka xwe û Muhsên Mîrzazade belav kir ku rastî pêşwaziyeke berfireh a xelkê hat. Lê belê, berhema wê ya duyemîn a bi navê "Kiwat 2" ku du sal şûnda amade bûbû, ji aliyê Wezareta Çand û Îrşad a Komara Îslamî ya Îranê ve destûra belavkirinê wernegirt.
Ev hunermend berê jî roja Pêncşemê 6ê Kanûna 2018an, dema ku ji bo beşdarbûn di konsertekê de ku ji aliyê "Navenda Çandî ya Mezopotamiyayê" ve hatibû amadekirin serdana Tirkiyeyê kiribû, li balafirxaneya navneteweyî ya Stenbolê ji aliyê hêzên ewlehî yên vî welatî ve hatibû girtin.