Merîwan; Xebat Weysî hate girtin û ji bo girtîgehê hate veguhastin

Xebat Weysî yê xwendekarê Kurd û xelkê bajarê Merîwanê û girtiyê tevgera Jin Jiyan Azadî ji bo birêvebirina

03 March 2024 22:23

Hengaw; Yekşemî 3ê Adara 2024an

Xebat Weysî yê xwendekarê Kurd û xelkê bajarê Merîwanê û girtiyê tevgera Jin Jiyan Azadî ji bo birêvebirina sizayê 15 meh girtîgehê, hate binçavkirin û ji bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 2ê Adara 2024an, Xebat Weysî yê xwandekarê beşa zimanê Ingilîzî li zanîgeha Peyam Nûr a Merîwanê ji bo birêvebirina sizayê 15 meh girtîgehê ku bi ser de hatiye sepandin hate binçavkirin û ji bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.

Xebat Weysî yê temen 26 salî beriya niha ji aliyê Dadgeha Şoreş a Merîwanê ve bi serokatiya dadwer Rûhî bi tohmeta "hevkarîkirin bi Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê re" bi 15 meh girtîgehê hatibû sizadane.

Navbirî di dema tevgera Jin Jiyan Azadî de li 20 Îlona 2022an û 7ê Mijdara heman salê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Hêjayî gotinê ye ku Xebat Weysî di 30 Çileya 2022an de jî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve bi awayekî hovane hatibû binçavkirin û piştre bi danîna barimteya yek milyar Tumenî û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin