Şîrwan; Xwendekarê nerazî di bin metirsiya derçûna sizayê darvekirinê de ye; Tohmeta "muharibe" li dijî Emîn Pûrferheng

31 January 2026 09:26

Hengaw; Şemî 31ê Çileya 2026an

Emîn Pûrferheng, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Şîrwanê û xwendekarê dermansaziyê li zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Meşhedê, di xwenîşandanên vê dawiyê de ji aliyê hêzên hikûmetî ve hate girtin û niha bi tohmeta "muharibe" di bin metirsiya derçûna sizayê darvekirinê de ye.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Emîn Pûrferheng ku li xwenîşandanên vê dawiyê li bajarê Şîrwanê hate girtin, niha ji aliyê saziyên hikûmetî ve bi tohmeta "muharibe" û metirsiya derçûna sizayê darvekirinê re rû bi rû ye, tohmetek ku di salên dawî de bi berdewamî bûye emrazek ji bo serkutkirina xwenîşanderan.

Li gorî zanyariyên berdest, Emîn Pûrferheng berê xwendekarê master di endezyariya kîmyeyî de li sala 2011an li zanîngeha Senetî ya Şerîf bû û niha wekî xwendekar li zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Meşhedê dixwîne.

Sepandina tohmeta "muharibe"yê bi ser xwenîşanderên bê çek de, careke din nîgeraniyên derheq bikaranîna sizayê darvekirinê wekî emrazek ji bo çêkirina tirsê û bêdengkirina xwenîşanderan zêde kiriye.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin