Rapora Hengawê derbarê girtina 2,353 hevwelatî di sala 2023an de

Pêka belgeyên hatinî tomarkirin di Navenda Amar û Beleyan a Saziya Mafê Mi

14 March 2024 15:43

Pêka belgeyên hatinî tomarkirin di Navenda Amar û Beleyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, li sala 2023an girtina 2,352 hevwelatî ku nasnameya tevahiya wan eşkere bûye, hatiye tomarkirin. Ji gelempera girtiyan 216 kes zarok û 325 kes jî jin in. Zêdetirîn girtî di parêzgeha Sîstan û Belûçistanê bi 588 kesan hatiye tomarkirin û zêdetirîn binçavkirî jî pêwendîdar in bi welatiyên Kurd ku 1029 kes bûne ku 44 ji sedî ji gelempera girtiyan di sala borî de li xwe digire.

 

Ev rapore 12 beşan li xwe digire ku di berdewamiyê de bi awayên cuda em ê behsa her beşekê bikin:

1- Pêşgotin

2- Kurteyek ji rapora amarî ya girtina hevwelatiyan di sala 2023an de

3- girtina 216 zarokên bin 18 salî di sala 2023an de

4- Girtina aliyê kêm 235 jin di sala 2023an de

5- Girtina aliyê kêm 207 çalakvanên olî di sala 2023an de

6- Girtina aliyê kêm 45 xwendekar di sala 2023an de

7- Girtina aliyê kêm 65 mamosteyên dibistan û zanîngehan di sala 2023an de

8- Cudakirina hevwelatiyên girtî di sala 2023an de pêka parêzgehan

9- Girtina 8 hevwelatiyên bîhanî û dualî di sala 2023an de

10- Cudakirina hevwelatiyên girtî pêka netewe û etnîk

11- Girtina welatiyên Kurd di sala 2023an de

12- Encam

 

Pêşgotin

Girtin û binçavkirin li Îranê bi her hêncetekê, yek ji mijarên eşkere û berdewam ên binpêkirina hovane ya mafê mirovî li vî welatî ye. Yasayên şerîetî û tawanî yên Komara Îslamî digel pêkhateya xwe ya zordarî ku ji destpêkê ve li ser bingeha binpêkirina mafê mirovî hatiye avakirin, rê dide Komara Îslamî ku bi yasayên xwe bi şêweyên siyasî û gorî nerîna xwe reftarê bike. Komara Îslamî ji bo vê mebestê jî çendîn pêkhateyên ewlehî di nava xwe de ava kiriye û heta beşeke girîng ji sîstema wê ya tawankarî û yasayî mînaka binpêkirina mafê mirovî ye.

 

Kurteyek ji rapora amarî ya girtina hevwelatiyan di sala 2023an de

Di sala 2023an de aliyê kêm 2,353 hevwelatî ku nasnameya wan bo Hengawê eşkere bûye ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

Aliyê kêm 216 zarok û nûciwan hatine girtin ku beranberî 9 ji sedî ji gelempera amara girtiyan e.

Di sala 2023an de aliyê kêm 235 jin hatine girtin ku beranberî 14 ji sedî ji gelepmera amara girtina e.

Aliyê kêm 101 çalakvanên Sune mezheb û 80 hevwelatiyên Behayî hatine girtin.

Di sala 2023an de aliyê kêm 45 çalakvanên xwendekarî hatine girtin ku 17 kes ji wan xwendekarên jin bûne.

Di sala 2023an de aliyê kêm 65 mamoste hatine girtin. 9 kes ji mamosteyên binçavkirî jin bûne ku beranberî 43 ji sedî ji gelempera girtiyan mamosteyên Kurd bûye.

Zêdetirîn amara girtiyan di parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de bi 588 kes û parêzgeha Sine 449 kes hatiye tomarkirin.

Aliyê kêm 6 hevwelatiyên bîhanî û dualî xwediyê nasnameya dualî hatine girtin.

Zêdetirîn girtî pêwendîdar e bi welatiyên Kurd ku 44 ji sedî ji gelempera haletan li xwe digire.

 

Girtina 216 zarokên bin 18 salî di sala 2023an de

Pêka belgeyên hatinî tomarkirin di Navenda Amar û Beleyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, aliyê kêm 216 zarokên bin 18 salî ku nasnameya tevahiya wan bo Hengawê eşkere bûye ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin. Ev amare zêdetirî 9 ji sedî ji tevahiya girtiyên sala borî pêk tîne.

Ji gelempera zarokên hatinî girtin temenê hejmarek ji wan 3, 4, 6 û heta 2 sale jî bûne û 15 keç û 201 kur jî tê de bûne û piraniya wan kesan dersxwan bûne.

Pêka vê amarê aliyê kêm 144 halet beranberî 66.5 ji sedî ji zarokên ku ji aliyê saziyên ewlehî ve hatinî girtin, zarokên Belûç bûne ku li bajarê Zahidan 124 kes, Xaş 8 kes, Rasik 4 kes, Îranşehr 3 kes û li bajarên Casik, Serawan, Ramiyan û Torbet Heyderiye her yek ji wan zarokek hatiye girtin.

Herwisa 56 kes beranberî 26 ji sedî ji zarokên li Îranê hatinî girtin di sala borî de, zarokên Kurd bûne ku piraniya wan li bajarên Ciwanro 12 kes, Sine 10 kes, Pîranşehr 8 kes û Mehabad 5 kes hatine girtin. Li bajarên Qurwe, Bokan û Şino her yek ji wan 3 zarok, Avdanan û Miyanduav her yek ji wan 2 zarok û li bajarên Bilbilanava, Tikab û Dêhloran, Serabê, Serpêl û Zehaw, Seqiz, Kamêran û Nexedê jî her yek ji wan zarokek Kurd ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

Aliyê kêm 16 zarok di bajarên din ên Îranê de hatine girtin ku 6 kes ji wan di bajarê Kerecê de hatine tomarkirin. Li Tehran û Laristanê her yek ji wan 3 kes, Meşhed, Nûşehr, Îze û Bêcnûrdê jî her yek haletek ji girtina zarokan hatiye tomarkirin.

 

Girtina aliyê kêm 235 jin di sala 2023an de

Pêka belge û amarên Hengawê, di sala 2023an de aliyê kêm 235 jin li bajarên cuda yên Îranê ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin ku nasnameya tevahiyan wan ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin. Ev amare beranberî 14 ji sedî ji gelempera girtiyan di sala borî de ye.

Ji gelempera jinên ku di sala 2023an de hatine girtin, 92 jin beranberî 28.5 ji sedî jinên Kurd bûne. Herwisa aliyê kêm 52 jinên çalakvanên Behayî beranberî 16.5 ji sedî ji gelempera girtina jinan di sala borî de bûye.

Zêdetirîn çalakvanên jin li sala borî di bajarê Tehranê de hatine girtin ku 68 jin bûne. Piştî wê yekê bajarê Sinê 36 jin, Îsfehan 22 jin û Kerec 20 jin di rêzbendiyên dinê de cih girtine. Herwisa li bajarê Reştê 17 çalakvanên jin, Seqiz 13 çalakvan, Meşhed 10 çalakvan, Şîraz, Hemedan û Bokan her yek ji wan 7 çalakvanên jin û Îlam û Îze jî her yek ji wan 5 çalakvanên jin ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

Di sala borî de û pêka vê raporê, 18 keçên xwendekar, 17 çalakvanên rojnamevanî û çalakvanên medyayî yên jin, 10 hunermend û ekterek sînemayê û 7 mamosteyên jin ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

 

Girtina aliyê kêm 207 çalakvanên olî di sala 2023an de

Pêka belge û amarên Hengawê, di sala 2023an de aliyê kêm 207 çalakvanên olî (Sune, Behayî, Yarsan, Xirîstiyan, Ermenî, Derwîş Gunabadî û Hereketên Yemanî) ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin ku beranberî 9 ji sedî ji gelempera girtiyan di sala borî de ye.

Ji gelempera çalakvanên olî ku di sala 2023an de hatine girtin, 55 ji wan çalakvanên jin bûne ku beranberî 26.5 ji sedî ji gelempera girtina çalakvanên olî di sala borî de bûye. Herwisa 52 jinên binçavkirî ji peyrewên ola Behayî bûne û 3 kesên dinê jî ji peyrewên ola Sune û Kurd û Ereb û Xirîstiyan bûne.

Li gorî madeya 12 a yasaya bingehîn a Îranê, ola fermî li Îranê Îslam û ola Ceiferî ya Duwazdeh Îmamî ye. Lê di heman madê de mezhebên Îslamî yên din (Şafiî, Malikî, Henefî, Henbelî û Zeydî) bi fermî nas kiriye û di madeya 13an de piştgirî daye olên Zerdeştî, Kilim û Xirîstiyanî ku tenê kêmîneyên olî yên naskirî ne. Lê olên dinê wekî Behayî, Yarsan (olek ku pitir ji %90 ji Kurdan pêk hatiye) bi fermî nayêne naskirin û ji ber vê yekê peyrewên van her du olan li Komara Îslamî ya Îranê bi awayekî sîstematîk bi binpêkirina mafên xwe re rû bi rû dimînin.

Li gorî vê raporê, peyrewên Sune mezheb ku ola fermî ya welat e jî, zêdetirîn amarên girtinê ku bi 101 haletan e di sala borî de hebûne (42 çalakvanên Sunî yên Belûç, 21 çalakvanên Sunî yên Kurd û 28 çalakvanên Sunî yên Ereb).

Piştî peyrewên Sune mezheb, zêdetirîn amarên girtiyan di sala 2023an de pêwendîdar e bi peyrewên Behayî ku sala borî aliyê kêm 88 hevwelatiyên peyrewên vê olê di bajarên cuda yên Komara Îslamî ya Îranê de hatine girtin. Herwisa 6 çalakvanên peyrewa ola Yarsan û 7 çalakvanên Xirîstiyan hatiye girtin.

Cudakirina çalakvanên olî yên hatinî girtin

Sune mezheb: 101 kes

Behayî: 88 kes

Xirîstiyan: 7 kes

Peyrewên Yarsan: 6 kes

Derwîşên Gunabadî: 3 kes

Peyrewên Hereketa Yemanî: 2 kes

 

Girtina aliyê kêm 45 çalakvanên xwendekarî di sala 2023an de

Pêka belge û amarên Hengawê, di sala 2023an de aliyê kêm 45 xwendekar ku nasnameya tevahiya wan bo Hengawê hatiye eşkerekirin, ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li bajarên cuda yên Îranê hatine girtin.

Pêka vê amarê, ji gelempera xwendekarên ku hatine girtin, 17 ji wan beranberî 39 ji sedî xwendekarên jin bûne.

Zêdetirîn amara xwendekarên ku sala borî hatine girtin bi 22 haletan beranberî 48 ji sedî çalakvanên xwendekarî yên Kurd bûne. Di wê midehê de aliyê kêm 6 çalakvanên xwendekarî yên Tirk û 4 çalakvanên xwendekarî yên Belûç jî, ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

Zêdetirîn çalakvanên xwendekarî di parêzgeha Sinê de bûne ku 12 halet in û piştê wê zêdetirîn amara girtina xwendekaran li parêzgeha Tehranê hatiye tomarkirin. Li parêzgeha Urmiyê jî 6 halet, Sîstan û Belûçistan 5 halet, parêzgeha Kirmaşan û Tewrêz her yek ji wan 4 haletên girtina xwendekaran û li her yek ji parêzgehên Îlam, Elborz, Fars, Loristan, Xûzistan û Xurasana Rezewî jî yek halet ji girtina xwendekaran hatiye tomarkirin.

 

Girtina aliyê kêm 65 mamosteyên dibistan û zanîngehê li sala 2023an

Pêka belge û amarên Hengawê, di sala 2023an de aliyê kêm 60 mamosteyên Perwerde û Hînkarî û 5 mamosteyên zanîngehê, ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li bajarên cuda yên Îranê hatine girtin.

Aliyê kêm 9 kes ji mamosteyên ku hatinî girtin jin bûne ku beranberî 14 ji sedî ji gelepmera mamosteyan e ku di sala 2023an de hatine girtin.

Ji gelempera mamosteyên ku hatine girtin 43 ji sedî (28 halet) mamosteyên Kurd bûne ku li parêzgehên Îlam, Kirmaşan, Loristan, Sine û Urmiyê hatine girtin.

Zêdetirîn girtina mamosteyan li parêzgeha Sinê bi 21 haletan hatiye tomarkirin û piştê wê li parêzgehên Fars 10 halet, Tehran 6 halet û Kirmaşan 4 halet hatiye tomarkirin, li her yek ji parêzgehên Îlam, Xurasana Rezewî û Xûzistanê her yek ji wan 3 halet ji girtina mamosteyan û li parêzgehên Boşehr, Xurasana Rezewî, Gîlan û Merkezî her yek ji wan 2 halet û parêzgehên Mazenderan, Sîstan û Belûçistan, Yezd, Loristan, Kirman, Îsfehan û Erdebîl jî her yek ji wan haletek ji girtina mamosteyan hatiye tomarkirin.

 

Cudakirina hevwelatiyên girtî li sala 2023an pêka parêzgehan

Pêka vê amarê, li sala 2023an, ji gelempera 2,352 hevwelatiyên hatinî girtin ku nasnameya tevahiya wan eşkere bûye, zêdetirîn halet bi 588 kes (derdorê %24 ji tevahiya haletan) li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê bi heşîmeta nêzî 3 milyon kesî hatiye tomarkirin. Li rêza dinê parêzgeha Sine ye ku bi heşîmeta zêdetirî 1 milyon û 600 hezar kesî, girtina 449 kes beranberî 20 ji sedî ji gelempera girtiyan li wê parêzgehê hatiye tomarkirin. Parêzgeha Îlamê bi heşîmeta nêzî 600 hezar kesî ku wek kêm heşîmetirîn parêzgeha Rojhilatê Kurdistan û Îranê tê hesibandin, bi girtina 97 kesan piştî parêzgehên Sîstan û Belûçistan, Sine, Urmiye, Tehran û Kirmaşanê li rêzbendiya şeşem de cih girtiye.

Pêka amar û belgeyên tomarkirî li Hengawê, zêdetirîn hevwelatiyên hatinî girtin li sala 2023an ku nasnameya tevahiya wan hatiye tomarkirin, li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê bûye ku 588 halet in. Piştî wê parêzgeha Sine bi 449 halet, parêzgeha Urmiye bi 368 halet (358 welatiyên Kurd û 10 hevwelatiyên Tirk), parêzgeha Tehranê 177 halet, parêzgeha Kirmaşan 112 halet, Îlam 97 halet û Xûzistan 69 halet di rêzbendên dinê de cih girtine.

Herwisa li parêzgeha Tewrêzê 59 halet, Elborz 51 halet, Îsfehan 48 halet, Xurasana Rezewî Rezewî 42 halet, Gîlan 40 halet, parêzgehên Fars û Kegîloye û Bûyer Ehmed her yek ji wan 36 halet, parêzgeha Boşehr 29 halet, Mazenderan 23 halet, Gulistan 17 halet, parêzgehên Loristan û Hemedan her yek ji wan 14 halet, Qezwîn 12 halet, parêzgehên Hormozgan, Merkezî û Yezd her yek ji wan 9 halet, parêzgehên Kirman, Zencan û Erdebîl her yek ji wan 7 halet, parêzgeha Çarmehal û Bextiyarî 6 halet, parêzgehên Xurasana Bakur û Simnan her yek ji wan 5 halet û parêzgehên Xurasana Başûr û Qum her yek ji wan 3 halet ji girtina hevwelatiyan ku nasnameya wan eşkere bûye hatiye tomarkirin.

 

Girtina 8 welatiyên bîhanî û dualî li sala 2023an

Pêka amar û belgeyên hatinî tomarkirin li Hengawê, li sala 2023an aliyê kêm 8 hevwelatiyên bîhanî yan jî hevwelatiyên dualî ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin ku çar kes ji wan hevwelatiyên Efxanî bûne. Herwisa du hevwelatiyên Ermenistan û Tirkiyê û du hevwelatiyên xwedanê nasnameya Îranî - Holendî û Îranî- Birîtanî hatine girtin.

Zanyarî derbarê nasnameya hevwelatiyên hatinî girtin

1- Necef Elîzehî yê 24 salî û xelkê Efxanistanê, di 25 Çileya 2023an de li bajarê Xaşê yê Sîstan û Belûçistanê hate girtin.

2- Mewlewî Ebdulrizaq Neqişbendî yê Efxanî li 12ê Gulana 2023an ji aliyê hêzên ewlehî li Zahidanê hate girtin.

3- Berhoder Bayram, dêkomentsazê Kurd û hevwelatiyê Îranî - Tirkî li 27ê Tîrmeha 2023an li bajarê Mehabadê hate girtin.

4- Seîd Ferahanî yê xwediyê nasnameya Îranî -Holendî li Tebaxa 2023an ji aliyê hêzên ewlehî hate girtin.

5- Hakub Kocomiyan yê hevwelatiyê Ermenistanî li 15ê Tebaxa 2023an ji aliyê hêzên ewlehî li Tehranê hate girtin

6- Mehmûd Derxîl yê 17 salî û hevwelatiyê Efxanî, li 24ê Tebaxa 2023an li bajarê Xaşê ji aliyê hêzên ewlehî hate girtin

7- Şehram Namawer, hevwelatiyê xwedî nasnameya Îranî – Birîtanî li Tebaxa 2023an li bajarê Abadanê ji aliyê hêzên ewlehî hate girtin.

8- Teymûr Husênî, qeşeyê Xirîstiyanî û hevwelatiyê Efxanî li 11ê Kanûna 2023an li bajarê Tehranê hate girtin.

 

Cudakirina hevwelatiyên girtî pêka netewe û etnîkê

Pêka vê amarê, 44 ji sedî girtiyên sala 2023an ku beranberî 1029 kes in, ji hevwelatiyên Kurd in. Herwisa 607 hevwelatiyên Belûç beranberî 26 ji sedî ji gelempera haletan û 404 hevwelatiyên Fars beranberî 17 ji sedî ji gelempera haletan in.

Welatiyên Kurd: 1029 kes beranberî 44 ji sedî ji gelempera haletan.

Hevwelatiyên Belûç: 607 kes beranberî 26 ji sedî ji gelempera haletan.

Hevwelatiyên Fars: 404 kes beranberî 17 ji sedî ji gelempera haletan.

Hevwelatiyên Lor û Bextiyarî: 94 halet beranberî 4 ji sedî ji gelempera haletan.

Hevwelatiyên Tirk: 89 halet beranberî 4 ji sedî ji gelempera haletan.

Hevwelatiyên Gîlek û Mazinî: 74 halet beranberî 3 ji sedî ji gelempera haletan.

Hevwelatiyên Ereb: 35 halet beranberî 1.5 ji sedî ji gelempera haletan.

Hevwelatiyên Tirkemen: 12 halet beranberî %.3 ji gelempera haletan.                                                   

Hevwelatiyên bîhanî û dualî: 8 halet beranberî %.2 ji gelempera haletan.

 

Girtina welatiyên Kurd di sala 2023an de

Li gor amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di sala 2023an de, herî kêm 1029 welatiyên Kurd li bajarên cuda yên Kurdistan û Îranê ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin ku beranberî %44 ji gelempera girtinan li Îranê ye.

Zêdetirîn welatiyên Kurd li parêzgeha Sinê hatine girtin ku 449 halet in. Piştî wê jî 358 welatiyên Kurd li parêzgeha Urmiyê, 112 welatiyên Kurd li parêzgeha Kirmaşanê, 97 welatiyên Kurd li parêzgeha Îlamê, parêzgehên Xorasana Rezewî û Loristanê her yek ji wan 5 welatiyên Kurd û 2 welatiyên Kurd li parêzgeha Hemedan û li parêzgeha Gîlanê jî welatiyek Kurd hatiye girtin lê nasnameya wan a tevaw bo Hengawê nehatiye eşkerekirin.

Di sala 2023an de herî kêm 56 zarokên Kurd li Îranê hatine binçavkirin ku ev jî dike ji %26ê hemû zarokên ku li Îranê hatine binçavkirin. Herwiha 92 jinên Kurd beranberî %28.5ê ji gelempera binçavkirina jinan di sala derbasbûyî de ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

Herwiha herî kêm 22 xwendekarên Kurd (%48 ji gelempera xwendekarên hatinî girtin) û 28 mamostayên Kurd ku bi qasî %42ê mamostayên ku li Îranê hatine girtin ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin.

 

Encam:

Piştî tevgera Jin Jiyan Azadî di Komara Îslamî de, hejmarek berçav ji hevwelatiyan ji aliyê Komara Îslamî ve hatine girtin, ku yek ji sedemên van girtinên neyasayî, hewla Komara Îslamî ya Îranê bo serdestiya terorê bi armanca tepeserkirina xwenîşanderan bû.

Di sala 2023an de li Îranê herî kêm 2,353 hevwelatî hatine girtin ku ji wan herî kêm 216 zarok û nûciwan hebûne. Girtina zarok û nûciwanan li dijî pîvanên mafê mirovî yên navneteweyî ye. Lêkolînên amaran nîşan didin ku zêdetirîn binçavkirî bi rêzbendî li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê bi 588 halet û li parêzgeha Sinê jî bi 449 haletan hatine qewimîn, ku ev qebareya zêde jî îşare ye bo rawestandina yasayê li van deveran.

Li gorî vê raporê, heta niha 88 hevwelatiyên Behayî û herî kêm 101 hevwelatiyên Sune mezheb hatine girtin. Herwiha di sala borî de 235 jin hatibûne girtin. Ev amarane nîşan dide ku herî zêde girtinên neyasayî di nav kêmîneyên olî, zayendî û etnîkî de rû dane, ku ev rewşe jî nîşana binpêkirina eşkere ya mafê mirovî di hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê de ye.

 


Di vî warî de zêde bixwînin