Seqiz; Girtina dubare ya Emced Salihzade ji aliyê hêzên ewlehî ve

03 November 2025 14:28

Hengaw; Duşemî 3ê Mijdara 2025an

Emced Salihzade, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Seqizê careke din ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin. Ev yeka di halekê de ye ku navbirî pênc meh berî niha piştî derbaskirina 125 roj ji binçavkirinê ji girtîgehê hatibû berdan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yeşemî 2ê Mijdara 2025an, Emced Salihzade yê welatiyê temen 38 salî û xelkê bajarê Seqizê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin.

Pêka gotina çavkaniyeke nêzî malbata Emced Salihzade, ev welatiyê Kurd di dukana telefonfiroşiya xwe de hatiye girtin.

Emced Salihzade roja Sêşemî 21ê Çileya 2025an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve bi awayekî hovane hatibû girtin û li rêkefta 24ê Gulana îsal piştî derbaskirina 4 meh û sê rojan ji binçavkirinê bi awayekî demkî ji girtîgeha Seqizê hatibû berdan.

Ev welatiyê Kurd berê di meha Gulana 2024an de, ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a Seqizê ve bi serokatiya dadwer Cewad Mistefayî bi tohmeta “piropagende li dijî Komara Îslamî ya Îranê” bi sê meh girtîgeha sepiyayî hatibû sizadan.

Hêjayê gotinê ye ku, Emced Salihzade li rêkefta 17ê Adara 2023an, piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaatê li bajarê Seqizê hatibû girin û piştî rojekê bi danîna barimteyê heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin