Rapora hejmar 5 a Hengawê ji girtina hevwelatiyan li meşa şerê Îran û Îsraîlê û berdewamiya wê piştî agirbestê; Girtina herî kêm 900 hevwelatî ji wan 40 jin û 8 hevwelatiyên Ewropayî

Hengaw; Şemî 5ê Tîrmeha 2025an
Li gorî zanyariyên ku ji aliyê Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê ve hatine serhevkirin, piştî derbasbûna 10 roj ji ragihandina agirbest di navbera Komara Îslamî ya Îran û Îsraîlê de, girtinên berfireh herwisa berdewam in û ji destpêka şer ve heta niha, herî kêm 900 hevwelatî ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarên cuda yên Îranê hatine girtin. Heta niha nasnameya 155 kes ji van hevwelatiyane bo Hengawê hatiye eşkerekirin.
Li gorî vê raporê, di nava girtiyan de herî kêm 40 jin û 2 hevwelatiyên Efxanistanê û 8 hevwelatiyên Ewropayî ji wan jinek heye. Ev kesane ji aliyê hêzên ewlehî ve bi tohmetên wekî "sîxurî bo Mosad", "propagendekirin li dijî hikûmetê" û "têkdana raya giştî" hatine girtin.
Cudakirina girtiyan pêka parêzgehan
Li gorî amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, zêdetirîn girtina hevwelatiyan ji destpêka şer ve heta niha li parêzgeha Kirmaşan, Xûzistan, Urmiye û Tehranê hatiye ragihandin. Ev amare, girtina hevwelatiyan piştî agirbestê jî li xwe digire.
Parêzgeha Kirmaşan: 127 halet (6 jin) û (hevwelatiyek Ewropî)
Parêzgeha Xûzistan: 100 halet (jinek)
Parêzgeha Urmiye: 91 halet (18 keçên bin 18 saliyê)
Parêzgeha Tehran: 84 halet (hevwelatiyek Efxanî) (jinek)
Parêzgeha Fars: 59 halet
Parêzgeha Loristan: 59 halet
Parêzgeha Gîlan: 49 halet
Parêzgeha Hemedan: 37 halet
Parêzgeha Bûşehr: 35 halet (ji wan hevwelatiyek Efxanî)
Parêzgeha Kirman: 28 halet (2 jin)
Parêzgeha Xurasana Rezewî: 27 halet (2 jin)
Parêzgeha Îsfehan: 25 halet (ji wan 3 hevwelatiyên Ukraynî)
Parêzgeha Mazenderan: 33 halet (3 jin û hevwelatiyek Ewropî)
Parêzgeha Qum: 22 halet
Parêzgeha Simnan: 21 halet
Parêzgeha Sine: 18 halet (jinek)
Parêzgeha Hormozgan: 17 halet (hevwelatiyek Ewropî) (jinek)
Parêzgeha Gulistan: 11
Parêzgeha Qezwîn: 10 halet (2 jin)
Parêzgeha Yezd: 8 halet
Parêzgeha Erdebîl: 5 halet
Parêzgeha Sîstan û Belûçistan: 7 halet
Parêzgeha Îlam: 5 halet (jinek)
Parêzgeha Kehgîlûye û Bûyerehmed: 4 halet (hevwelatiyek Ewropî)
Parêzgeha Elborz: 4 halet
Parêzgeha Tewrêz: 3 halet
Parêzgeha Xurasana Bakur: 3 halet
Parêzgeha Çarmehal û Bextiyarî (Şehrê Kurd): 1 halet
Ji bilî binçavkiriyên hatine belavkirin, nûçeya binçavkirina 8 kesan li yek ji bajarê sînorî û 5 kesên dinê (yek di dema girtinê de dawî bi jiyana xwe anî) ji aliyê medyayên hukûmetî ve hatine weşandin. Herwisa rapor bi bê îşarekirin bi hejmara serast behsa girtina hejmarek ji hevwelatiyan li bajarê Bokan, parêzgeha Kehgîlûye û Bûyerehmedê û herwisa hin ji çalakvanên torên civakî yên pêwendîdar bi Îsraîlê li parêzgeha Mazenderanê dikin.
Girtina herî kêm 40 jin di pêla berfireh a girtiyan de
Di nav binçavkiriyan de, herî kêm 40 jin li parêzgehên cuda hatine girtin ku cudakirina wan wiha ye:
Kirmaşan: 6 halet
Xurasana Rezewî: 2 halet
Qezwîn: 2 halet
Kirman: 2 halet
Tehran: 1 halet
Îlam 1 halet
Sine: 1 halet
Xûzistan: 1 halet
Hormozgan: 1 halet
Fars: 1 halet
Mazenderan: 1 halet (ji wan jineke Ewropî)
Herwisa 18 keçên bin 18 saliyê li Mehabadê ji ber çalakiyên wan di nav torên civakî de hatine girtin û paşê bi danîna barimteyê hatine berdan.
Girtina 300 welatiyên Kurd
Pêka belge û amarên Hengawê, beşek berçav ji girtiyan welatiyên Kurd in ku herî kêm 127 kes li parêzgeha Kirmaşan û 91 kes jî li parêzgeha Urmiyê di nav wan de hene. Herwisa 26 jinên Kurd jî di nav kesên ku li van her du parêzgehan hatine girtin hene. Heta dema belavbûna vê raporê nasnameya 81 kes ji welatiyên Kurd yên hatinî girtin ji bo Hengawê hatiye eşkerebûn.
Girtina hevwelatiyên biyanî: 2 hevwelatiyên Efxanistan û 8 hevwelatiyên Ewropî
Di berdewamiya pêla berfireh a girtinan de, herî kêm du hevwelatiyên Efxanistanê li parêzgehên Tehran û Bûşehrê hatine girtin. Herwisa 8 hevwelatiyên Ewropî ji wan jinek li parêzgehên cuda hatine girtin ku sê kes ji wan hevwelatiyên Ukraynî li parêzgeha Îsfehan û yên dinê jî li parêzgehên Kirmaşan, Kehgîlûye û Bûyerehmedê hatine girtin.
Komara Îslamî gelek caran bi armanca xistina zext û barimtên siyasî hewla dîlgirtina hevwelatiyên biyanî bi taybetî hevwelatiyên du alî daye.
Zêdebûna serkuta dadwerî bi biryareke lezgîn û gefa tundtirîn siza
Berpirsên dadwerî yên Komara Îslamî terheke nû ya du alî pesend kirine û di vê terhê de, ew kesên ku di dema şer an rewşên ewlehî de wêne û vîdyoyan bo medyayên biyanî bişînin, dê bi 15 heta 25 sal girtîgeh û qedexekirina hertimî ji xizmetguzariyên hikûmetî werine sizadan. Ev dosyeyane dê li derveyê nobeyê û li Dadgeha Şoreşê werine encamdan. Ev kiryare beşek e ji siyaseta tundtirkirinê ya serkuta azadiya derbirînê û agehdariya serbixwe.
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê bi tundî vê pêla binçavkirinê şermezar dike û tekezî dike ku Komara Îslamî ya Îranê bi sûdwergirtin ji tohmetên ewlehî, azadiya derbirîn û mafê mirovî sînordar dike. Hengaw daxwazê ji saziyên navneteweyî yên mafê mirovî dike ku bi hewlên xwe yên lez û bi awayekî serbixwe rewşa kesên hatine girtin bişopînin.