Êrîşa hêzên ewlehî li ser Newroza Kurdistanê; Bi dehan welatî ji wan çend zarok hatine girtin

Hengaw; Duşemî 24ê Adara 2025an
Hevdem digel rêûresma Newrozê li bajarên cur bi cur ên Kurdistanê, navendên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê bi gazîkirin, lêpirsîn û girtina berfireh a welatiyên Kurd, hewl dane da ku rê li ber lidarxistina vê rêûresma kevneşopî û çandî bigirin.
Li gorî amarên ku li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê hatine tomarkirin, di heyama rojên derbasbûyî de bi hezaran welatiyên Kurd ji aliyê navendên ewlehî ve hatine gazîkirin û lêpirsîn ji wan hatiye kirin û herî kêm 41 welatî ji wan 6 zarok hatine girtin. Ev welatiyane li bajarên Urmiye, Şino, Serdeşt, Seqiz, Merîwan, Sine, Pîranşar û Kirmaşanê hatin girtin.
Nasnameyên 6 zarokên girtî yên ku ji aliyê Hengaw ve hatine eşkerekirin, wiha ne:
Şakar Mihemedzade (10 salî) û Biryar Mihemediyanî (14 salî), du zarokên xelkê Serdeştê
Evîn Ehmedî (16 salî) û Sariya Ehmedî (17 salî), du xwîşkên xelkê Urmiyê
Keyhan Tedbîrî (17 salî) û Mihemed Qadirî (17 salî) du zarokên Merîwanê
Serkutkirina rêkxistinkirî ya rêûresma Newrozê li Kurdistanê
Rêûresma Newrozê di nav çendîn neteweyên Rojhilata Navîn de, bi taybetî neteweya Kurd, yek ji girîngtirîn hilkeftên çandî ye, ku li gorî madeya 37 a Yasaya Bingehîn a Îranê, pêwîstî bi mohletname li ti dezgeheke hikûmetî nîne. Tevî vê yekê jî hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê her sal bi rêya afirandina keşa tirsandin, gazîkirin, gef û girtina girseyî ya welatiyên Kurd, hewl didin rê ji birêveçûna vê rêûresmê bigirin.
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê girtina van welatiyane şermezar dike û daxwaza azadkirina bê şert û merc a hemû girtiyan dike. Ev çewsandinane beşek ji siyasetên birêxistinkirî yên Komara Îslamî ya Îranê bi mebesta çêkirina astengî bo çalakiyên çandî yên Kurd û sekutkirina nasnameya neteweyî ya wan tê hesibandin.
Navê 41 welatiyên hatinî girtin pêka bajaran wiha ye:
Merîwan: 1- Aram Nîkpey yê 38 salî 2- Mihemed Nîkpey, 28 salî 3- Mihemed Eştek, 23 salî 4- Tehsîn Dadres, 31 salî 5- Bilal Dadres, 36 salî 6- Keyhan Tedbîrî, 17 salî 7- Mihemed Qadirî, 17 salî 8- Mihemed Nîkpey, 28 salî (pismamê Mihemed Nîkpay) 9- Kawe Dastan, 45 salî 10- Chalak Pirûzî, 19 salî 11- Keywan Mînûyî, 32 salî 12- Karwan Dafi`î, 25 sal.
Serdeşt: 1- Şakar Mihemedzade yê 10 salî 2- Biryar Mihemediyanî yê 14 salî 3- Aram Elî 4- Kemal Qazanî 5- Rehîm Qadirî 6- Kamran Xezalî 7- Şîrzad Şêxî 8- Bêhrûz Meslehet 9- Osman Umernijad 10- Bêhrûz Hemzepûr 11- Mihemed Husênpûr
Şino: 1- Seyîd Kemal Tehayî 2- Ebûbekir Xatemî yê 47 salî 3- Hadî Camî`i yê 38 salî 4- Samî Xizrî 5- Mesûd Xizrî 6- Hemze Zibakelam 7- Metîn Çûpanî yê 20 salî.
Sine: 1- Şîrvan Heyderî 2- Îdrîs Heyderî 3- Sîrwan Hatemî 4- Seîd Babakeremî yê 34 salî
Urmiye: 1- Rojbîn Efsûn a 22 salî 2- Evîn Ehmedî a 16 salî 3- Sariya Ehmedî ya 17 salî
Seqiz: 1- Fuad Kişawerz 2- Seyfulah Xefûrî Başbilax ê temen 78 salî
Kirmaşan: 1- Mucteba Weysî yê temen 36 salî
Pîranşar: 1- Selman Paseng