Rapora hejmar 4 a Hengawê ji girtina hevwelatiyan li meşa şerê Îran û Îsraîlê; Girtina herî kêm 734 hevwelatî ji wan 32 jin û 8 hevwelatiyên Ewropayî

Hengaw; Çarşemî 25ê Hezîrana 2025an
Li gorî zanyariyên ku ji aliyê Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê ve hatine serhevkirin, di berdewamiya şerê navbera Îran û Îsraîlê de û pêla berfireh a binçavkirinan, di heyama 13 rojên borî de, herî kêm 734 hevwelatî ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarên cuda yên Îranê hatine girtin. Heta niha nasnameya 60 kes ji van hevwelatiyane bo Hengawê hatiye eşkerekirin.
Li gorî vê raporê, di nava girtiyan de herî kêm 32 jin û 2 hevwelatiyên Efxanistanê û 8 hevwelatiyên Ewropayî ji wan jinek heye. Ev kesane ji aliyê hêzên ewlehî ve bi tohmetên wekî "sîxurî bo Mosad", "propagendekirin li dijî hikûmetê" û "têkdana raya giştî" hatine girtin
Cudakirina binçavkiriyan pêka parêzgehan
Li gorî amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyma kêmtirî du hefteyan de herî kêm 734 hevwelatî li bajarên cuda yên Îranê hatine girtin ku li gorî vê raporê, zêdetirîn girtina hevwelatiyan li parêzgeha Kirmaşanê bi 126 halet, li parêzgeha Teharnê bi 73 halet û parêzgeha Xûzistan bi 67 halet û parêzgeha Urmiye bi 59 haletan hatiye tomarkirin.
Parêzgeha Kirmaşan: 126 halet (6 jin) û (hevwelatiyek Ewropî)
Parêzgeha Tehran: 73 halet (hevwelatiyek Efxanî) (jinek)
Parêzgeha Xûzistan: 67 halet
Parêzgeha Urmiye: 59 halet (18 keçên bin 18 saliyê)
Parêzgeha Fars: 56 halet
Parêzgeha Loristan: 51 halet
Parêzgeha Hemedan: 37 halet
Parêzgeha Xurasana Rezewî: 24 halet (2 jin)
Parêzgeha Îsfehan: 24 halet (ji wan 3 hevwelatiyên Ukraynî)
Parêzgeha Qum: 22 halet
Parêzgeha Simnan: 21 halet
Parêzgeha Kirman: 21 halet (1 jin)
Parêzgeha Bûşehr: 19 halet (ji wan hevwelatiyek Efxanistanê)
Parêzgeha Mazenderan: 17 halet (jinek Ewropî)
Parêzgeha Hormozgan: 14 halet (hevwelatiyek Ewropî)
Parêzgeha Gulistan: 11
Parêzgeha Qezwîn: 10 halet (2 jin)
Parêzgeha Yezd: 8 halet
Parêzgeha Erdebîl: 5 halet
Parêzgeha Elborz: 4 halet
Parêzgeha Tewrêz: 3 halet
Parêzgeha Sine: 2 halet
Parêzgeha Îlam: 4 halet (jinek)
Parêzgeha Çarmehal û Bextiyarî (Şehrê Kurd): 1 halet
Parêzgeha Xurasana Bakur: 1 halet
Parêzgeha Kehgîlûye û Bûyerehmed: 1 halet (hevwelatiyek Ewropî)
Parêzgeha Sîstan û Belûçistan: 1 halet
Ji bilî binçavkiriyên ku li gorî parêzgehan hatine belavkirin, nûçeya binçavkirina 8 kesan li yek ji bajarên sînorî (bi bê hatina navê bajar) û herwisa 5 kesên dinê li yek ji parêzgehan û xwekujiya yek ji wan di dema binçavkirinê de ku navê parêzgehê nehatiye anîn bi awayekî fermî ji aliyê medyayên hukûmetî ve hatine weşandin. Herwisa rapor bi bê îşarekirin bi hejmara serast behsa girtina hejmarek ji hevwelatiyan li bajarê Bokan, parêzgeha Kehgîlûye û Bûyerehmedê û herwisa hin ji çalakvanên torên civakî yên pêwendîdar bi Îsraîlê li parêzgeha Mazenderanê dikin.
Vekirina dosyeyên dadwerî bo dehan hevwelatiyan ji ber çalakî di nav torên civakî de
Di berdewamiya serkutên berfireh de, navendên dadwerî û ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê li dijî dehan hevwelatiyan dosye vekirine. Li Hemedanê bo 24 kes bi tohmeta "sîxurtî bo Îsraîlê", li Yezdê li heyama tenê hefteyekê, 81 dosye li dijî bikarhênerên torên civakî ji ber weşandina naverokên rexnegirî hatin vekirin. Herwiha herî kêm 200 kes ji aliyê van saziyan ve rastî gefxwarin û huşdardayînê hatine.
Girtina herî kêm 32 jin di pêla berfireh a girtiyan de
Di nav binçavkiriyan de, herî kêm 32 jin hene, ji wan 6 jin li Qesra Şîrîn, 2 jin li parêzgeha Xurasan Rezewî, 2 jin li parêzgeha Qezwîn, jinek li Kirmanê û jinek li Tehranê û jinek li Îlamê hatine girtin. Herwiha 18 keçên bin temenê 18 saliyê li Mehabadê ji ber çalakiyên xwe yên li nav torên civakî hatine girtin û piştre bi danîna barimteyê hatine berdan. Di nav girtiyan de jinek bi nasnameya yek ji welatên Ewropayê jî heye ku li parêzgeha Mazenderanê hatibû girtin.
Ev amare nîşanderê rêjeyek zêde bi taybetî jinên Kurd bi 26 haletên girtinê di pêla serkutên vê dawiyê de ye. Ev girtinane beşek ji pêlek berfireh a çewsandin û binpêkirinên mafê azadiya raman û derbirînê ne ku hevwelatiyan ji wan jinan li xwe digire.
Girtina hejmarek zêde ji welatiyên Kurd
Beşek berçav ji girtiyan welatiyên Kurd in ku herî kêm 126 kes li parêzgeha Kirmaşan û 59 kes jî li parêzgeha Urmiyê ne. Herwisa 26 jinên Kurd jî di nav kesên ku li van her du parêzgehan hatine girtin hene.
Ev amare baldariya taybetî ya navendên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê li dema pêla berfireh a girtinan li ser serkuta berfireh a çalakvan û welatiyên Kurd nîşan dane.
Girtina hevwelatiyên Efxanistan û hevwelatiyên Ewropî
Di berdewamiya pêla berfireh a girtinan de, herî kêm du hevwelatiyên Efxanistanê li parêzgehên Tehran û Bûşehrê hatine girtin. Herwisa 8 hevwelatiyên Ewropî ji wan jinek li parêzgehên cuda hatine girtin ku sê kes ji wan hevwelatiyên Ukraynî li parêzgeha Îsfehan û yên dinê jî li parêzgehên Kirmaşan, Kehgîlûye û Bûyerehmed û Mazenderanê hatine girtin.
Komara Îslamî gelek caran bi armanca xistina zext û barimtên siyasî hewla dîlgirtina hevwelatiyên biyanî bi taybetî hevwelatiyên du alî daye.
Darvekirina şeş tohmetbarên sîxurîkirin bo Îsraîlê
Ji destpêka şerê Îran û Îsraîlê, bi armanca tolhildan, şeş kes ku bi tohmetên “sîxurî bo Îsraîlê” hatibûne sizadan, hatine darvekirin ji wan sê welatiyên Kurd ên bi navên Îdrîs Alî û Azad Şucaî yên xelkê bajarê Serdeştê û Resûl Ehmed Resûl yê xelkê bajarê Silêmanî yê ser bi Herêma Kurdistanê ku bi awayê dizî ve li girtîgeha navendî ya Urmiyê hatine darvekirin. Herwisa Mihemedemîn Mehdewî Şayiste, Mecîd Museyibî û Îsmayîl Firkî ji girtiyên dinê hatine darvekirin.
Tevî vê yekê, Hengawê li derheq birêveçûna sizayê darvekirina girtiyên dinê, ji wan Ehmedriza Celalî, hevwelatiyê du alî yê Îranî-Suwîdî huşdarî dabû.
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê bi tundî vê pêla binçavkirinê şermezar dike û tekezî dike ku Komara Îslamî ya Îranê bi sûdwergirtin ji tohmetên ewlehî, azadiya derbirîn û mafê mirovî sînordar dike. Hengaw daxwazê ji saziyên navneteweyî yên mafê mirovî dike ku bi hewlên xwe yên lez û bi awayekî serbixwe rewşa kesên hatine girtin bişopînin.