Rapora Hengawê li ser pêla girtina berfireh a hevwelatiyan li encama berdewamiya şerê di navbera Îran û Îsraîlê de\ girtina herî kêm 150 hevwelatiyan

19 June 2025 22:19

Piştî şerê berdewam ê di navbera Komara Îslamî ya Îran û Îsraîlê de, navendên ewlehî yên Komara Îslamî li bajarên cuda yên Îranê bi tohmetên wekî "sîxurî bo Mosad;", "piştgirîkirina medyayî ji Îsraîlê" û "têkdana raya giştî" dest bi pêlek berfireh a girtina hevwelatiyan kirine. Armanca van girtinane zêdetir hevwelatiyên asayî û bikarhênerên torên civakî bûye.

Li gorî zanyariyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê pêla serkutê de bi dehan hevwelatî ji wan çalakvanên sivîl, bikarhênerên torên civakî, mamosteyên zanîngehê û heta karker jî hatine girtin; kiryarek ku di çarçoveya siyasetên tepeserkirin û tolhildanê yên Komara Îslamî de û bi bê berçavgirtina prensîbên bingehîn ên mafê mirovî hatiye kirin.

Girtina bi bê dadgehîkirina dadperwerane û neçarkirin bi îtirafa bi zorê

Pêka şopandinên Hengawê, ev binçavkirinane bi bê ti pêvajoyek ji dadgehîkirina dadperwerane hatine kirin, û gelek ji van kesane di bin zext û lêpirsînan de neçar mane ku îtîrafan li dijî xwe bikin, ku medyayên hikûmetî jî bi xwe vê yekê wekî bingeha zêdetirbûna girtinan ragihandine.

Medyayên fermî yên Komara Îslamî bi xwe behsa pêvajoya wergirtina îtîrafkirin ji girtiyan kirine û ragihandine ku, "bi girîngîdan bi wergirtina îtîrafan ji sîxurên hatinî girtin yên Mosadê, tora Mosadê bi şêweyekî zincîreyî kar dike û bi awayekî ku hin ji van kesan ji hev bê ageh bûn û ji aliyê operatorên derveyî welat ve hatine rêvekirin."

Amara girtiyan pêka bajaran

Beşek ji van binçavkiriyan ku bi şêweyekî fermî ji aliyê nûçegihanên hikûmetî yên ser bi Komara Îslamî ya Îranê ve hatine belavkirin pêkhatine ji van kesan:

Bajarê Bane, parêzgeha Sine, 1 kes bi tohmeta “sîxurîkirin bo Mosadê”

Îlam, kesek li binkeya leşkerî bi tohmeta“sîxurîkirin bo Mosadê”

Loristan, 18 kes bi tohmetên wekî “têkdana raya giştî”

Bajarê Sawcbilax, parêzgrha Elborz, 2 kes bi tohmeta “endametî li tîma Mosadê û hevkarî bi dijmin re”

Feşafûye û başûrê parêzgeha Tehranê, 3 kes bi tohmeta “endametî li Mosadê, hilgirtina madên teqemenî, hilgirtina balafirên bê balafirvan û sîxurî”

Erdebîl, 5 kes ji ber çalakî di nav torên civakî de bi tohmeta “têkdana raya giştî”

Tehran, 28 kes wekî endamên girûpeke encamdana erkê pêwendîdar bi Îsraîlê re

Îsfehan, 16 kes hatine girtin û bo 60 kesên dinê jî dosyeyên dadwerî hatine vekirin. Tohmetên wan pêkhatine ji “piştgirîkirina medyayî ji Îsraîlê, propagende li dijî hikûmetê, sivikayetîkirin bi şehîdan û têkdana raya giştî”.

Gulistan, 3 kes bi tohmeta “têkdana raya giştî”

Simnan, 21 kes ji ber çalakî di nav torên civakî de bi tohmetên “têkdana raya giştî”

Hormozgan, 14 kes bi tohmeta “belavkirina dengo li pêwendî digel Îsraîlê”

Kirman, 2 kes bi tohmeta “piştgirîkirina medyayî ji Îsraîlê”

Bajarê Lalî, parêzgeha Xûzistan, 4 kes bi tohmeta propagende li nav torên civakî li berjewendiya Îsraîlê”

Şehrî Kurd, parêzgeha Çarmehal û Bextiyarî, 1 kes bi tohmeta “çêkirina aloziyên derûnî li nav civakê”

Herwiha li gorî ew zanyariyên bawerpêkirî ku gihane destê Hengawê, roja Sêşemî 17ê Hezîranê, herî kêm 18 keçên bin temenê 18 saliyê ji ber weşandina hin post li ser şerê Îran û Îsraîlê li nav torên civakî li bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatine girtin û piştî çend demjimêran lêpirsîn û vekirina dosyeyên yasayî, bi danîna barimte bi awayekî demkî hatine berdan.

Serkuta dîcîtalî; Bikarhênerên torên civakî, armanca sereke ya navendên ewlehî ne

Li gorî lipeyketinên Hengawê û piştgirêdan bi belge û raporên xwecihî, gelek ji wan kesên têne girtin, tenê ji ber çalakiyên wan li nav torên civakî, şîroveyên wan li ser şerê Îran û Îsraîlê, yan jî rexnekirina siyasetên navxweyî, ji aliyê navendên ewlehî ve hatine armanckirin.

Hin ji girtiyan bi armanca afirandina tirsê û sînordarkirina azadiya derbirînê di nav torên civakî de hatine encamdan û ev yeka nîşanderê hewla navendên ewlehî ye bi mebesta kontrolkirina tundtir a keşa înternetê û tepeserkirina rexnegiran.

 Fermana Dezgeha Dadwerî bo dadgehîkirina demûdest a girtiyan û metirsiya cîbicîkirina sizayê darvekirina serberedayî

Di berdewamiya pêla girtina serberedayî de, Serokê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî, Muhsênî Êjeyî, fermana "dadgehîkirin û sizadana demûdest" a girtiyên ku bi tohmetên pêwednîdar bi Îsraîlê hatine girtin, da. Ev yeka di halekê de ye ku gelek girtî di navendên binçavkirinê yên ewlehî de bêyî destpêregihîştin bi parêzer, di bin lêpirsînên demdirêj û givaşên dijwar de ne.

Ev kiryare binpêkirineke eşkere ya mafê darizandineke dadperwerane û prensîba bêgunehiyê ye, û wekî beşek ji pêvajoya tolhildanê piştî êrîşên Îsraîlê tê hesibandin. Lezkirina sepandina siza bêyî pêvajoyeke yasayî ya serbixwe, nîşaneyeke cihê nîgeraniyê ya berdewamiya tepeserkirina dadwerî ya li dijî hevwelatiyan e û dikare rê li ber darvekirinên serberedayî û vê meşê vebike.

Gefên fermî yên Wezareta Îtilaatê û çêkirina astengiyên tundtir bo binçavkiriyan

Wezareta Îtilaat û Îtilaata Spaha Pasdaran bi belavkirina hin daxuyaniyan gef xwarine ku ew dê her şêwe hevkariyeke rastîn an xeyalî bi Îsraîlê re bi "dijwartirîn siza" bersivê bidin. Ev gefane di rewşekê de têne kirin ku girtî di bêdengiyeke tund de ji rewşa dosyeya xwe, bêyî destpêregihîştin bi parêzer û di bin zextên lêpirsînê de li navendên binçavkirinê yên ewlehî têne ragirtin.

Herwiha di 13ê Hezîrana 2025an de, Serdozgerê Giştî yê Îranê di daxuyaniyekê de huşdarî dabû ku medya û bikarhênerên torên civakî li egera belavkirina naverokek ku "ewlehiya derûnî ya civakê têk dide" dê bi lipeyketinên yasayî re bêne rûbirûbûn. Herwisa Nûçegihaniya Mîzan jî ragihandibû kesên ku wekî xwe dibêje "naveroka nerast" belav bikin, dê rastî reftarên yasayî bên. Tev ev kiryarane wekî beşek ji siyasetên tepeserkirinê yên Komara Îslamî têne hesibandin da ku azadiya derbirînê sînordar bike û kontrola ewlehiyê li ser qada giştî xurtir bike.

Girtina çalakvanên sivîl û xwendekar

Hengawê berê jî girtina çend hevwelatiyan di encama çewsandinên vê dawiyê de ragihandibû. Di 14ê Hezîrana 2025an de, Motehere Gûneyî, çalakvana xwendekar û girtiya siyasî ya berê, ji ber weşandina helwêstên xwe bi nîşaneya bertekê li derheq êrîşên Îsraîlê hatibû girtin û bo cihekî nediyar hatibû veguhastin. Di heman çarçoveyê de, Meisûme Şehnewaz ji mamosteya xanenişîn jî li Sebzewarê li encama êrîşa hêzên ewlehî bo ser mala wê hatibû girtin.

Herwiha Mistefa Mêhrayîn, civaknas û mamosteyê zanîngehê, piştî weşandina nameyek rû li Elî Xamineyî, hate girtin û bo girtîgeha Êvînê hate veguhastin. Ev girtinane îsbatkerê berdewamiya siyasetên çewsandin û sînordarkirina çalakiyên sivîl û akademîk in ji aliyê saziyên ewlehî ve.

Sepandin û cîbicîkirina sizayê darvekirinê

Di roja çaremîn a şerê di navbera Îran û Îsraîlê de, Îsmayîl Fikrî, hevwelatiyekî xelkê Tehranê ku berê bi tohmeta "sîxurîkirin bo Îsraîlê" hatibû girtin û sizayê darvekirinê bi ser de hatibû sepandin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ve hate darvekirin. Ev hevwelatiye di helekê de hate darvekirin ku pêvajoyên dadwerî yên dosyeya navbirî nerohn bûn û li dijî bingehên dadgehîkirina dadperwerane bû.

Hengawê berê li derheq metirsiya darvekirina girtiyên ewlehî huşdarî dabû û ev kiryarane wekî beşek ji siyasetên tolhildan û çewsandinê yên Komara Îslamî li hember krîzên derve û xwenîşandanên navxweyî dizane.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, tevî şermezarkirina pêla binçavkirinan, tekezî dike ku Komara Îslamî ya Îranê li siya krîzên derve, çewsandinê li navxwe zêde dike û bi rêya tohmetên ewlehî, ji bo azadiya derbirînê û çalakiyên hevwelatiyan û çalakvanên torên civakî astengiyan çê dike. Hengaw daxwaza berteknîşandana bilez ji navendên dakokar ji mafê mirovî û çavdêriya serbixwe li ser rewşa binçavkiriyan dike.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin