Di meha Adara 2024an de 63 hevwelatî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin

03 April 2024 09:40

Hengaw; Çarşemî 3ê Nîsana 2024an

 

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Adara 2024an de, herî kêm 63 hevwelatî li seranserê Îranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin. Zêdetirîn amara girtina hevwelatiyan, pêwendîdar e bi welatiyên Kurd ku 31 kes in.
Li gorî vê raporê, herî kêm 31 welatiyên Kurd, 9 hevwelatiyên Tirk, 9 hevwelatiyên Belûç û herwisa 6 jin û 9 zarok di heyama meha borî (Adara 2024an) de, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin yan revandin.

 

Cudakirina hevwelatiyên girtî li gorî parêzgehan

Li gor vê raporê, zêdetirîn girtina hevwelatiyan li parêzgeha Urmiyê bi 14 halet hatiye tomarkirin û li parêzgehên Sinê 13 kes, Sîstan û Belûçistan û Tewrêzê her yek bi 9 haletên binçavkirinê hatine tomarkirin.

Parêzgeha Urmiye: 14 halet (hemû halet welatiyên Kurd bûne)
Parêzgeha Sine: 13 halet
Parêzgeha Sîstan û Belûçistanê: 9 halet
Parêzgeha Tewrêz: 9 halet
Parêzgeha Tehranê: 5 halet
Parêzgeha Xurasana Rezewî: 4 halet
Parêzgeha Îlamê: 2 halet
Parêzgeha Kirmaşanê: 2 halet
Parêzgehên Loristan, Gîlan, Xûzistan, Elborz û Îsfehan: Her yek haletek

 

Zêdetirî 49 ji sedî welatiyên ku hatine girtin welatiyên Kurd bûne

Pêka amar û belgeyên Hengawê, di heyama meha Adarê de aliyê kêm 31 welatiyên Kurd ji aliyê saziyên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin ku ev amare beranberî 49 ji sedî ji gelempera welatiyên hatinî girtin li seranserê Îranê di heyama meha derbasbûyî de bûye.
Di meha borî de aliyê kêm 9 welatiyên Tirk û 9 hevwelatiyên Belûç beranberî 28 ji sedî ji gelempera haletan hatine girtin.

 

Girtina kêmîneyên mezhebî û olî

Girtina bawermendên kêmîneyên mezhebî û olî di meha Adarê de pêka mehên borî kêm bûye û di meha derbasbûyî de çalakvanek olî yê Kurd û xelkê Selmasê yê bi navê Husên Cengxah ji aliyê saziyên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin.

Herwisa Lale Saetî ya ol guhra Xirîstiyan li Tehranê hate girtin û berê jî navbirî bi du salan girtîgehê hatibû sizadan.

 

Girtina 6 jin û 9 zarok di meha Adarê de

Pêka amrên hatinî tomarkirin di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, di heyama meha derbasbûyî de herî kêm 6 çalakvanên jin li seranserê Îranê ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin ku beranberî %9.5 ji gelempera girtiyan e.

Meryem Sedat Yehewî, Lale Saetî û Sidîqe Wesmegî ji Tehranê, Avara Heyderî ji Pawê, Bîta Resûlî ji Lahîcanê û Merziye Xelîlî ji Îsfehanê 6 jin in ku meha borî hatibûn girtin û nasnameya wan hatibû eşkerekirin.

Herwisa di vê heyamê de, aliyê kêm 9 zarokên bin 18 saliyê ji aliyê saziyên ewlehî ve hatiye girtin ku beranberî 14 ji sedî ji gelempera haletan e.

4 zarokên Kurd ên bi navê Karo Hemîdî û Mîdiya Şêxî yên 17 salî ji Dîwanderê, Mardîn Gageşî yê 15 salî ji Pîranşarê, Daniyal Mamehmed yê 17 salî ji Merîwanê û 4 zarokên Belûç ên bi navê Mihemedriza Kerîmzayî yê 17 salî ji Mêhristanê, Îsmaîl Berahûyî yê 16 salî, Mihemed Zerdkohî yê 17 salî û Ebdulah Sediqî yê 17 salî û her sê ji Îranşehrê ligel zarokekî Tirk ê 17 salî yê xelkê Sehendê yê bi navê Wehîd Esxerî di meha Adara 2024an de hatin girtin.

 

Girtina mamoste û xwendekar û çalakvanên medyayî û hunermend

Di heyama meha Adara îsal de û li gorî amarên li Hengawê hatinî tomarkirin, aliyê kêm 2 xwendekar û 2 mamosteyên dibistanê û mamosteyek zanîngehê û 5 hunermend ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin.

Silêman Ebdî mamostayê bajarê Seqizê û Cewad Ha`irî mamostayê zanîngehê yê ji kar hatî dûrxistin yê xelkê Meşhedê û du xwendekar ên bi navên Xebat Weyîsî yê xelkê Merîwanê û Îhsan Ferîdî yê xelkê Tewrêzê hatin girtin.

Herwiha helbestvanê xelkê Pawê yê bi navê Avare Heyderî, derhênerê xelkê Tehranê yê bi navê Elî Nûranî, Bîta Resûlî, Hesen Kakayî û Mihemed Ebaszade sê hunermendên bajarên Lahîcan, Bokan û Îlamê di meha Adarê de ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatin girtin.

 

Nasnameya van 63 kesan di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin. Bikaranîna vê amarê bi îşarekirin bi navê çavkaniyê rêpêdayî ye.


Di vî warî de zêde bixwînin