Bokan; Girtin û lêdana Hesen Kakeyî yê hunermendê Kurd piştî gotina sirûdeke şoreşgerî di rêûresma Newrozê de

Hesen Kakeyî yê hunermendê xelkê bajarê Bokanê, piştî girtinê ji aliyê

25 March 2024 14:56

Hengaw; Duşemî 25ê Adara 2024an

Hesen Kakeyî yê hunermendê xelkê bajarê Bokanê, piştî girtinê ji aliyê hêzên Îtilaatê ve rastî lêdan û kutanê hatiye. Ev yeka piştî ku navbirî di rêûresma Newrozê de stranên derheq azadiyê gotine, rû daye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Şemî 23ê Adara 2024an, hêzên îdareya Îtilaatê êrîşî ser mala Hesen Kakeyî yê hunermendê xelkê bajarê Bokanê kirine û navbirî bi awayekî hovane binçav kirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hunermendê 64 salî yê Kurd duh demjimêr 8ê êvareya Şemî heta sibêdeha roja Yekşemî di bin lêdan û lêpirsîna Îtilaatê de bûye û piştre hatiye berdan.

Pêka zanyariyên keseke nêzî malbata navbirî, lêdan û kutana Hesen Kakeyî vaqas zêde bûye ku ser û çavên wî hamû reş û şîn bûne.

Hêjayî gotinê ye ku ev hunermendê Kurd di çend rojên borî de beşdariya rêûresma Newrozê li bajarên Bokan û Seqizê kiribû û çend sitranên Kurdî yên şoreşgerî û azadîxwazî gotibû.


Di vî warî de zêde bixwînin