Îlam; Mihemed Ebaszade yê hunermendê Kurd ji ber beşdarbûn di rêûresma Newrozê de hate girtin

Mihemed Ebaszade yê hunermendê Kurd û girtiyên tevgera Jin Jiyan Azad

28 March 2024 11:17

Hengaw; Pêncşemî 28ê Adara 2024an

Mihemed Ebaszade yê hunermendê Kurd û girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî ku bi girtîgehê hatibû sizadan, ji ber beşdarbûn di rêûresma Newrozê de ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 27ê Adara 2024an, Mihemed Ebaszade yê hunermendê Kurd yê temen 35 salî û xelkê Îlamê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û ji bo cihekî nediya hate veguhastin.

Li gorî gotina çavkaniyên Hengawê, hunermendê hanê piştî vegerîn ji rêûresma Newroza Şohan a Melekşayê, ji aliyê hêzên ewlehî ve di yek ji şeqamên vî bajarî de hatiye girtin û heya niha ti zanyariyeke serast derheq navbirî li ber dest nîne.

Hêjayî gotinê ye ku Mihemed Ebaszade piştî gotina sirûda Jin Jiyan Azadî roja Çarşemî 19ê Cotmeha 2022an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û roja Çarşemî 2ê Mijdara heman salê bi danîna barimteya 800 milyon Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonxên dadgehê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin