Arman Muradî xwendekarê Kurd hate girtin

21 May 2024 08:21

Hengaw; Sêşemî 21ê Gulana 2024an

Arman Muradî yê xwendekarê zanîngeha Razî ya Kirmaşanê û girtiyê tevgera Jin Jiyan Azadî ji bo birêvebirina sizayê 5 meh girtîgehê, hate binçavkirin û ji bo girtîgeha navendî ya bajarê Sine hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 20ê Gulana 2024an, Arman Muradî yê xwendekarê beşa zanistşên siyasî yê zanîngeha Razî ya Kirmaşanê û çalakvanê sivîl û jîngehparêz yê xelkê gundê Deregawan yê girêdayî bajarê Dîwanderê piştî gazîkirin bo beşa Birêvebirina Sizayan ya bajarê Sinê  hate girin û ji bo birêvebirina sizayê 5 meh girtîgehê bo girtîgeha navendî ya bajarê Sinê hate veguhastin.

Hengaw agehdar bûye ku Arman Muradî di vê dawiyê de ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a Sinê ve bi tohmeta hevkarîkirin bi PJAKê re bi 5 meh girtîgehê hatibû sizadanê.

Arman Muradî 13ê Îlona 2023an, hevdem  digel salveger kuştina Jîna Emînî ji aliyê hêzên Îtilaatê ve di mala xwe de li gundê Deregawan hatibû girtin û piştî 28 roj binçavkirinê bi danîna barimteya milyarek û 200 milyon Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin