Bokan; Girtina Efsane Şahî bi awayekî hovane ji aliyê hêzên ewlehî ve

01 June 2024 23:42


Hengaw; Şemî 1ê Hezîrana 2024an

Hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran welatiyeka Kurd a bi navê Efsane Şahî bi awayekî hovane li bajarê Bokanê girtin û bo cihekî nexuya veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Pêncşemî 30ê Gulana 2024an, hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran li bajarê Bokanê êrîşa çekdarî kirine ser mala Efsane Şahî ya çiyagera 32 salî û navbirî binçav kirin.

Li gor gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaata Spaha Pasdaran bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî û bi awayekî hovane êrîş kirine ser mala Efsane Şahî û li dijî malabata vê welatiya Kurd û mêvanên navbirî çek bikar anîne.

Efsane Şahî piştî girtinê bo cihekî nexuya hate veguhastin û heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji cihê ragirtin û rewşa navbirî û tohmetên li dijî wê hatinî sepandin, ti zanyariyek ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin