Bane; Jineke ciwan ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

07 July 2024 16:51

Hengaw; Yekşemî 7ê Tîrmeha 2024an

Jineke ciwan a bi navê Dilovan Şerîfî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li bajarê Banê hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Şemî 6ê Tîrmeha 2024an, Dilovan Şerîfî ya temen 20 salî û xelka bajarê Seqizê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata Spaha Pasdaran ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, lipeyketinên malabata vê welatiya Kurd derheq agehdarbûn ji qedera navbirî heya niha bê encam maye û saziyên ewlehî di vê derbarê de xwe ji dana her bersiveke zelal dûr girtine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera vê welatiya Kurd li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin