Bokan; Girtin û nediyarbûna çarenivîsa Menîje Xoşnûd

09 August 2024 21:19

Hengaw; Înê 0ê Tebaxa 2024an

Tevî derbasbûna zêdetirî hefteyek ji girtina welatiya Kurd a bi navê Menîje Xoşnûd li bjarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve, heya niha çarenivîsa wê nediyar e. Herwisa lipeyketinên malbata navbirî di vê derbarê de heya niha bê encam maye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, tevî derbasbûna 8 roj ji girtina Menîje Xoşnûd ya temen 56 salî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata Bokanê ve, heta niha çarenivîs û cîhê ragirtina wê nexuya ye û hêzên ewlehî di dema girtina navbirî de mala vê çalakvana Kurd vekolîne û dest danîne ser telefona wê.  

Li gorî gotina çavkaniyeke nêzîkî malabata Xoşnûd, lipeyketinên malbata navbirî di vê derbarê de heya niha bê encam maye û saziyên ewlehî derheq vê yekê ti bersiveke nedane û ev yeka bûye sedema dilgiraniya malbata wê.

Hêjayî gotinê ye ku, Menîje Xoşnûd demjimêr 4ê êvareya roja Çarşemî 31ê Tîrmeha 2024an, li êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê bo ser mala malbatî ya navbirî li bajarê Bokanê hatiye girtin.


Di vî warî de zêde bixwînin