Pîranşar; Sireya Qeyteran bi mebesta birêvebirina sizayê girtîgehê hate girtin

10 August 2024 12:12

Hengaw; Şemî 10ê Tebaxa 2024an

Sireya Qeyteran, jina çalakvana Kurd û xelka Pîranşarê ku sala borî hatibû girtin û paşê bi 9 meh girtîgehê hatibû sizadan, bi mebesta cîbicîkirina sizayê bi ser de hatî sepandin hate girtin û bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 3ê Tebaxa 2024an, Sireya Qeyteran a xelka gundê “Kanî Mela” ê ser bi bajarê Pîranşarê piştî gazîkirin bo oda Birêvebirina Sizayan a vî bajarî hate girtin û bi mebesta cîbicîkirina sizayê 9 meh girtîgehê ku berê bi ser de hatibû sepandin, bo benda jinan a girtîgeha navendî ya Urmiyê hate veguhastin.

Hêjayî gotinê ye ku, Sireya Qeyteran Zivistana borî ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Mehabadê ve bi serokatiya dadwer Secad Dostî bi tohmeta “hevkarîkirin digel Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê” bi 9 meh girtîgehê hatibû sizadan.

Navbirî roja Duşemî 26ê Hezîrana 2023an, li êrîşa hêzên ewlehî bo ser mala wê ya malbatî li gundê Kanî Mela bi awayekî tundûtîjî hatibû girtin. Ev jina çalakvan piştî 20 roj girtin bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin