Serdar Şahmuradiyan ê xwendekarê girtî piştî 18 meh binçavkirin bi barimteyê hete berdan

12 August 2024 21:35

Hengaw; Duşemî 12ê Tebaxa 2024an

Serdar Şahmuradiya, xwendekarê xelkê bajarê Sine û ji girtiyê tevgera Jin Jiyan Azadî piştî salek û 7 meh û 14 roj binçavkirinê, di dawiyê de bi danîna barimteya giran a 7 milyardî ji girtîgeha navendî ya vî bajarî hate berdan. Navbirî berê bi tohmeta “miharibê” hatibû sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 10ê Tebaxa 2024an, Serdar Şahmuradiyan, xwendekarê warê kelûpelên pizîşkî yê xelkê bajarê Sine bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha vî bajarî hate berdan.

Serdar Şahmuradiyan ê 27 salî di dema binçavkirin û lêpêçîna xwe ya demdirêj de, ji mafê xwe yê destpêkî wek destpêregihîştin bi parêzer hatibû bêparkirin. Pêka gotina çavkaniyeke nêzî malbata navbirî, ew li dema lêpêçîn û îşkenceyan di girtîgeha Îtilaata Spaha Pasdaran a Sinê de ji aliyê destê xwe ve rastî şikestinê hatibû. Navbirî herwisa neçar bi îtirafa bi zorê li dijî xwe li hember kamêrayê hatibû.

Ev xwendekarê Kurd roja Sêşemî 27ê Kanûna 2022an, ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve bi awayekî hovane û tundûtîjî hatibû girtin. Navbirî piştî du mehan li girtîgeha vê saziyê bo girtîgeha navendî ya Sinê hatibû veuhastin.

Serdar Şahmuradiyan ji aliyê hêzên ewlehî ve bi “miharibe û beşdarîkirin di kuştina yek ji endamên hêzên Întizamî de” li meşa tevgera Jin Jiyan Azadî hatibû tohmetbarkirin û dosyeya wî digel ya sê kesên dinê bi navên Keywan Zendkeremî, Huşeng Çargurgê yê 44 salî û Aram Azad bi vê tohmetê bo Taya Yekem a Dadgeha Sinê hatibû veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin