Firmêsk Babayî ji çalakvanên jinan li Pawê careke din hate girtin

13 August 2024 17:43

Hengaw; Sêşemî 13ê Tebaxa 2024an

Firmêsk Babayî ji çalakvanên jinan a Kurd û xelka bajarê Pawê, piştî gazîkirina tev malbata wê bo îdareya Îtilaata Pawê, hate girtin û bo girtîgeha Meydana Neftê ya Kirmaşanê hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 12ê Tebaxa 2024an, piştî gazîkirina tev malbata Babayî bo îdareya Îtilaata vî bajarî, Firmêsk Babayî hate binçavkirin û bo girtîgeha îdareya Îtilaata Meydana Neftê ya Kirmaşanê hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke bawerpêkirî ya Hengawê, piştî zêdetirî 2 demjimêran lêpirsîn digel endamên malbata Babayî ji wan, bav, dayîk û birayê ji wê biçûktir û Firmêsk Babayî bi xwe, navbirî hate binçavkirine.

Herwiha çavkaniya Hengawê daye zanîn, ji ber nîşandan nerizayetiya malbata Babayî li hember girtina keça wan, hêzên ewlehî bi tundûtîjî digel wan reftar kirine û di encamê de dayîka Firmêsk Babayî rewşa tendirustiya wê têk çûye û bo nexweşxaneya Pawê hatiye veguhastin. Niha di bin çavdêriya pizîşkî de ye.

Şahidhalan tekezî kirine ku hêzên ewlehî yên li nexweşxaneyê, odeya ku dayîka Firmisêk tê de hatiye razandin dorpêç kirine.

Firmêsk Babayî, sala borî jî, li nêzîkbûna salroja Fetwaya Cîhada Xumeynî li dijî Kurdistanê, ji aliyê hêzên hikûmetê ve bi awayekî hovane hatibû girtin û bo girtîgeha saziyên hikûmetê hatibû veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin