Girtina 8 çalakvanên medenî û jîngehparêzî yên Kurd li Giyelanê

14 August 2024 10:55

Hengaw; Çarşemî 14ê Tebaxa 2024an

Aliyê kêm 8 çalakvanên medenî û jîngehparêzî yên Kurd û xelkê bajarê Giyelanê yên bi navên “Mariya Xanî, Cehangîr Azadî, Letfulah Perwîz, Hemîdriza Rehîmiyan, Selman Perhan, Mihemed Perwîn, Elî Ferecxanî û Mistefa Rostemî” ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêrên destpêkî yên sibêdeha roja Sêşemî 13ê Tebaxa 2024an, hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran bi êrîşkirin li ser malên aliyê kêm 8 kes ji çalakvanên medenî û jîngehparêzî yên xelkê Giyelanê yên bi navên “Mariya Xanî, Cehangîr Azadî, Letfulah Perwîz, Hemîdriza Rehîmiyan, Selman Perhan, Mihemed Perwîn, Elî Ferecxanî û Mistefa Rostemî” û ew bi awayekî hovane û tundûtîjî binçav kirine.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran li Kirmaşanê bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hewla girtina van çalakvanane dane.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, ev kesane ji hevkarên kempeyna komkirina wajo di bin navê “Rizgarkirina Zagrosê” de bûne û beşdariyekek çalakane di konterol û temirandina agirê vê dawiyê yê daristanên navçeyê hebûne. 

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedema girtin, tohmetên li dijî wan hatinî sepandin û cihê ragirtina van 8 çalakvanên medenî û jîngehparêzî li ber dest nîne û lipeyketinên malbatên wan di vê derbarê de bê encam mane.


Di vî warî de zêde bixwînin