Mehabad; Gelawêj Mihemedî Erşed ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

15 August 2024 21:59

Hengaw; Pêncşemî 15ê Tebaxa 2024an

Gelawêj Mihemedî Erşed, welatiya Kurd a xelka Mehabadê li encama êrîşa hêzên Îtilaata vî bajarî, li dema vegerîn li ser karê xwe hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Çarşemî 14ê Tebaxa 2024an, Gelawêj Mihemdî Erşed a temen 45 salî û xelka bajarê Mehabadê, dema ku ji karê xwe vedigeriya hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Pêka gotina keseke nêzî malbata Gelawêj Mihemedî Erşed, navbirî ku karê drûmanê dike, dema ku ji cihê karê xwe li şeqama "Bax Şayigan" vedigeiya bi êrîşa hêzên Îtilaatê ku bi çar trombêlan navbirî dorpêç kiribûn, hate girtin.
 
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, tevî lipeyketinên malabat Gelawêj Mihemedî Erşed, ti zanyariyeke serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera wê li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin