Teha Resûliyan hunermendê xelkê Pîranşarê ji bo birêvebrina sizayê girtîgehê hate girtin

04 August 2024 11:06

Hengaw; Yekşemî 4ê Tebaxa 2024an

Teha Resûliyan ê hunermend û çalakvanê sivîl yê xelkê Pîranşarê ji bo birêvebrina sizayê girtîgehê hate girtin û ji bo girtîgeha navendî ya Nexedê hate veguhastin. Navbirî di meşa tevgera "Jin Jiyan Azadî" de hatibû girtin û bi tohmeta du dosyayên cuda bi 7 sal û 10 meh girtîgehê hatibû sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 3ê Tebaxa 2024an, Teha Resûliyan hunermend û çalakvanê sivîl yê xelkê Pîranşarê piştî gazîkirinê ji bo beşa Birêveberiya Sizayan bo birêvebrina sizayê 3 sal û 7 meh girtîgehê hate girtin û ji bo girtîgeha navendî ya Nexedê hate veguhastin.

Navbirî beriya niha ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a Mihabadê ve bi tohmetên "endamtî di Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê de" û "hewldan dijî ewlehiya netewî" bi 7 sal û 10 meh bi girtîgehê hatibû sizadan.

Pêka yasaya Serhevkirina Sizayan, sizayê herî giran ê hunermendê Kurd wate 3 sal û 7 meh girtîgeh dê were cîbicîkirin.

Hunermendê hanê di Bihara 2023an de, di dosyayeke dinê de, ji aliyê Taya 102 a Dadgeha Keyferî ya Du ya Pîranşarê bi serokatiya Riza Qehremanî Saetlû bi tohmeta têkdana aramî û asayişa giştî bi 3 meh girtîgh û lêdana 40 derbeyên qamçiyan hatibû sizadan.

Teha Resûliyan roja 18ê Şibata 2023an, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî li Pîranşarê hatibû girtin û ji bo girtîgeha Nexde hatibû veguhastin û piştî mehekê bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonxên dadgehê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin