Seqiz; Berdewamiya girtin û nexuyabûna çarenivîsa Eyûb Cewanpûr

Hengaw; Çarşemî 20ê Tebaxa 2025
Eyûb Cewanpûr, welatiyê Kurd ê xelkê Seqizê û ji girtiyê tevgera Jin, Jiyan, Azadî li vî bajarî, ji 16 roj berî niha ve ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin û ti zanyariyek derheq çarenivîsa wî li ber dest nîne.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 4ê Tebaxa 2025an, Eyûb Cewanpûr, welatiyê temen 40 salî yê xelkê bajarê Seqizê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin û bo girtîgeha vî bajarî hatiye veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê Kurd roja Şemî 2ê Tebaxê ji aliyê komek selefiyan ve rastî lêdan û kutanê hatibû û bi giranî hatibû birîndarkirin. Navbirî du roj piştî vê êrîşê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin.
Heta dema belavbûna vê raporê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.
Eyûb Cewanpûr roja Yekşemî 29ê Îlona 2024an, piştî derbaskirina salek û sê meh sizayê girtîgehê bi danîna barimteya 300 milyon Tumenî ji girtîgeha navendî ya Seqizê hatibû berdan.
Hêjayî gotinê ye ku, ev çalakvanê medenî berê jî du caran hatibû girtin û piştî derbaskirina heyama sizayê girtîgeha xwe ji girtîgeha navendî ya Seqizê hatibû berdan.