Şehriyar; Girtina Yezdan Xezayî, birayê Îrfan Xezayî ji cangoriyê tevgera Jin Jiyan Azadî

09 August 2025 20:14

Hengaw; Şemî 9ê Tebaxa 2025an

Yezdan Xezayî, welatiyê Kurd û birayê Îrfan Xezayî ji cangoriyê tevgera Jin, Jiyan, Azadî, piştî gazîkirin ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve, hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 9ê Tebaxa 2025an, Yezdan Xezayî, endamê malbata dadxwaz bo Dadgeha Şoreş a bajarê Şehriyarê yê ser bi parêzgeha Tehranê hate gazîkirin û girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sedemên girtin û tohmetên ku li dijî Yezdan Xezayî hatinî sepandin ti zanyariyek ber dest nîne.

Yezda Xezayî li rêkefta 10ê Îlona 2023an, digel bavê xwe yê bi navê Hetem Xezayî û Îhsan Xezayî, birayê wî û jinbiraya wî ya bi navê Nida Karîger bo îdareya Îtilaatê li Şehriyara Tehranê hatibûne gazîkirin û gef li wan hatibû xwarin.

Herwiha Îhsan Xezayî û Nida Karîger li 14ê Tîrmeha îsal jî, ji aliyê îdareya Îtilaata Şehriyarê ve hatibûne girtin. Nida Karîger piştî çend demjimêran hatibû berdan û Îhsan Xezayî jî, li 19ê heman mehê bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî hatibû berdan.

Îrfan Xezayî, ciwanê temen 30 salî yê Kurd, roja Çarşemî 21ê Îlona 2022an, di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de li bajarê Şehriyarê, bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hatibû kuştin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin