Şino; Diyako Ezîzî ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê hate girtin û bo girtîgehê hate veguhastin

12 December 2024 23:22

Hengaw; Pêncşemî 12ê Kanûna 2024an

Diyako Ezîzî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Şinoyê ku li meşa girtina berfireh a welatiyên Kurd hevdem digel duyemîn salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî hatibû girtin û sizayê 18 meh girtîgeh bi ser de hatibû sepandin, ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê hate girtin û bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 11ê Kanûna 2024an, Diyako Ezîzî yê welatiyê 36 salî, piştî gazîkirin bo navenda Birêveberiya Sizayan a Şinoyê, hate girtin û ji bo birêvebirina sizayê 18 meh girtîgehê bo girtîgeha navendî ya Şinoyê hate veguhastin.

Diyako Ezîzî li navîna Cotmeha îsal ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Keyferî ya 2 a Şinoyê ve bi serokatiya dadwer "Ensarî" bi tohmeta “hevkarîkirin bi Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê re” bi 18 meh girtîgehê hatibû sizadan.

Diyako Ezîzî yê xelkê gundê "Babxalavê" yê ser bi bajarê Şinoyê, demjimêrên destpêkî yên sibêdeha roja Çarşemî 4ê Îlona 2024an û hevdem digel binçavkirina birfireh a welatiyên Kurd bi hilkefta duyemîn salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî bi awayekî tundûtîjî hatibû girtin. Navbirî piştî 3 hefteyan ji binçavkirinê bi danîna barimteya yek milyard û û 200 milyon Tumenî bi awayekî demkî û heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya Şinoyê hatibû berdan.

Hêjayî gotinê ye ku, Diyako Ezîzî di heyama girtinê de li girtîgeha Îtilaata Spahê li bajarê Urmiyê bi bê mafê destpêregihîştin bi parêzer û heta mafê hevdîtin bi malbata xwe re li jêr lêpirsînê bû û bi tundî hatibû îşkencekirin.

 

 

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin