Girtina sê endamên malbatekê li bajarê Bokanê

25 September 2024 19:52

Hengaw; Çarşemî 25ê Îlona 2024an

Sirwe Şîrî û birayê wê yê bi navê Peyman Şîrî digel pismamê wan ê bi navê Ferdîn Şîrî li gundê “Terexe” yê ser bi Bokanê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatine girtin.

Pêka rapora ku giahye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 25ê Îlona 2024an, hêzên îdareya Îtilaatê li Bokanê bi êrîşkirin bo ser gundê “Terexe” yê ser bi bajarê Bokanê, sê endamên malbatekê yên bi navê Sirwe Şîrî ya temen 22 salî, birayê wê yê bi navê Peyman Şîrî yê temen 19 salî û pismamê wan ê bi navê Ferdîn Şîrî binçav kirine.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê bi bê nîşandana her cure belgeyeke yasayî ev sê welatiyên Kurd binçav kirine û piştre bo girtîgeheke vê navenda ewlehî li Urmiyê veguhastine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî van welatiyên Kurd hatinî sepandin û herwiha qeder û cihê ragirtina wan li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin