Bokan; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Kerîm Qadirpûr, bavê Awat Qadirpûr

Hengaw; Şemî 28ê Hezîrana 2025an
Kerîm Qadirpûr, bavê Awat Qadirpûr ji canjidestdayiyê tevgera Jin, Jiyan, Azadî ji 9 roj berî niha ve ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin û herwisa çarenivîsa wî nexuya ye.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 18ê Hezîrana 2025an, Kerîm Qadirpûr ê temen 46 salî û xelkê bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.
Heta niha ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, cihê ragirtin û herwiha tohmetên ku li dijî vî bavê dadxwaz hatinî sepandin li ber dest nîne.
Awat Qadeirpûr, roja Înê 18ê Mijdara 2022an, di meşa tevgera Jin, Jiyan, Azadî de li gundê "Naçît" ê ser bi bajarê Bokanê di halekê de ku di tirombêla xwe de bû, ji aliyê Spaha Pasdaran ve hatibû gullebarankirin.
Navbirî piştî 12 rojan li nexweşxaneya Arifiyan a Urmiyê, ji ber kûrahiya birînên xwe canê xwe ji dest dabû.