Îlam; Girtina dubare ya Emîr Elîzakirî ji girtiyê tevgera Jin Jiyan Azadî

21 July 2025 23:31

Hengaw; Duşemî 21ê Tîrmeha 2025an

Emîrelî Zakirî, welatiyê Kurd ê xelkê Îlamê û yek ji girtiyê tevgera "Jin Jiyan Azadî", careke din ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 19ê Tîrmeha 2025an, Emîrelî Zakirî yê temen 44 salî û xelkê bajarê Îlamê ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve li ofîsa cihê karê xwe li şeqama Payam a vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê Kurd bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî hatiye girtin û bi "sîxurtiya bo Îsraîlê" hatiye tohmetbarkirin.

Tevî derbasbûna sê roj ji girtina Emîrelî Zakirî, lipeyketinên malbata wî bo agehdarbûn ji çarenivîs û rewşa navbirî heta niha bê encam maye.

Hêjayî gotinê ye ku, ev welatiyê Kurd di meşa tevgera "Jin Jiyan Azadî" de li rêkefta 2ê Mijdara 2022an, digel birayê xwe yê bi navê Îmad Zakirî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê girtin, çarenivîs û cihê ragirtina vî welatiyê Kurd ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin