Raporek ji girtina heşt welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve

Hengaw; Duşemî 27ê Çileya 2025an
Di heyama rojên derbasbûyî de herî kêm 8 welatiyên Kurd ku ji wan zarokek û jinek yên bi navên Parsa Rostemî, Perwîn Edwayî, Nasir Ehmedzade, Efşîn Mistefapûr, Ferzad Hemîdî, Zagros Resûlî, Şêrzad Qale û Parsa Rehîmî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li Mehabad, Nexede, Kamêran, Merîwan, Sine û Serdeştê hatine girtin û bo cihên nediyar hatine veguhestin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 26ê Çileya 2025an, du welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Mehabadê yên bi navê Nasir Ehmedzade yê temen 33 sal û Zagros Resûlî yê çalakvanê jîngehparêzî li encama êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê bo ser mal û cihê karê wan hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhatin.
Herwisa roja Şemî 25ê Çileyê, Efşîn Mistefapûr ê temen 45 salî û xelkê bajarê Nexede piştî gazîkirin û çûn bo îdareya Îtilaata vî bajarî hate girtin û bo girtîgeha Nexedê hate veguhastin; Ji aliyek dinê ve di heman rojê de Ferzad Hemîdî yê temen 36 salî û xelkê Kamêranê li encama êrîşkirina nêzî 20 kes ji hêzên îdareya Îtilaatê bo ser mala malbatî ya wî û bi bikaranîna tundûtîjî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhatin.
Roja Pêncşemî 23ê Çileyê, Şêrzad Qale, welatiyê xelkê gundê “Nistan” ê ser bi Rebetê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve di mala xwe de hate girtin.
Roja Çarşemî 22ê Çileyê, Parsa Rehîmî li bazara pêlavfiroşên Sineyê bi awayekî tundûtîjî û Parsa Rostemî yê nûciwanê 17 salî û xelkê heman bajarî li pêwendî digel grevgirtina Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin.
Herwisa roja Yekşemî 26ê Çileya 2025an, Perwîn Edwayî, çalakvana medenî û mafê jinan û girtiya siyasî ya berê û xelka gundê “Silên” ê ser bi bajarokê Sewlava û rûniştiya bajarê Merîwanê piştî gazîkirin û çûn bo îdareya Îtilaatê hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Binçavkirna sê kes ji van welatiyane yên bi navên Ferzad Hemîdî, Parsa Rostemî û Parsa Rehîmî li pêwendî digel grevgirtina Kurdistanê bi mebesta nîşandana nerazîbûnê derbarê sizayê darvekirina Pexşan Ezîzî û Wirîşe Muradî bûye.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin û herwisa tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin û cihê ragirtina van welatiya Kurd li ber dest nîne.