Rêûresma Newrozê; Girtina sê jin ji wan du zarokên bin 18 saliyê li Urmiyê

Hengaw; Înê 21ê Adara 2025an
Sariya Ehmedî û Evîn Ehmedî, du xwîşkên bin 18 saliyê û Rojîbîn Efsûn yên xelkê Urmiyê piştî birêveçûna rêûresma Newrozê bi amadebûna zêdetirî 150 hezar welatiyên Kurd li vî bajarî, ji ber lixwekirina cilûbergên Kurdî yên bi alaya Kurdistanê hatibûne xemilandin ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimr 1ê sibêdeha roja Çarşemî 19ê Adara 2025an, hêzên îdareya Îtilaatê li bajarê Urmiyê êrîşî ser mala malbatî ya Îsmet Ehmedî kirin û du keçên wî yên nûciwan yên bi navê Evîn Ehmedî ya temen 16 salî û Sariya Ehmedî ya 17 salî bi awayekî tundûtîjî binçav kirin.
Çavkaniyeke nêzî malbata Ehmedî tevî piştrastkirina vê neçûyê ji Hengawê re ragihandiye: “16 kes ji hêzên îdareya Îtilaatê êrîşî ser mala Ehmedî kirine û tevî binçavkirina ev du keçên nûciwan, Îsmet Ehmedî jî bi awayekî tundûtîjî ji aliyê van hêzan ve hatiye lêdan û kutanê û ji hişê xwe çûye”.
Herwisa vê çavkaniyê ragihandiye ku, sibêdeha heman rojê, Rojbîn Efsûn a temen 22 salî û keçmeta Sariya û Evînê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatiye binçavkirin.
Hengaw hatiye agehdarkirin ku, Sariya û Evîn Ehmedî piştî 17 demjimêran binçavkirin, piştî nîveroya roja Çarşemî, piştî wergirtina sozname û wajokirin ji aliyê bavê wan ve hatine berdan, lê ti zanyariyek li ser çarenivîs û cihê ragirtina Rojbîn Efsûs li ber dest nîne.
Çavkaniyeke nêzî malbatên van her sê welatiyên Kurd, sedema binçavkirina wan, lixwekirina cilûbergên Kurdî yên xemilî bi alaya Kurdistanê li rêûresma Newrozê ya bajarê Urmiyê ku roja Sêşemî 18ê Adara 2025an bi amadebûna zêdetir ji 150 hezar welatiyan hate birêveçûn, ragihandine.