Şîrwan; Girtina Mistefa Rehnema, çalakvanê çandî yê Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve

22 July 2025 21:58

Hengaw; Sêşemî 22ê Tîrmeha 2025an

Mistefa Rehnema ji werzişvan û çalakvanê çandî yê Kurd ê xelkê bajarê Şîrwanê yê ser bi parêzgeha Xurasana Bakur ji aliyê hêzên Îtlaata Spaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 21ê Tîrmeha 2025, Mistefa Rehnema, çalakvanê çandî yê Kurd ê temen 47 salî û xelkê bajarê Şîrwanê ji aliyê hêzên Îtilaata Spahê ve li nêzî meydana "Danişgah"a vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Mistefa Rehnema ji aliyê hêzên Îtilaata Spahê ve bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî hatiye binçavkirin û lipeyketinên malbata vî welatiyê Kurd derheq agehdarbûn ji çarenivîs û rewşa navbirî bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê raporê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî spandin, cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin