Sirwe Pûrmihemedî ya mamosteya Zimanê Kurdî ji bo birêvebirina 5 sal sizayê girtîgeha bi ser de hatî sepandin hate girtin

20 April 2025 00:40

Hengaw; Yekşemî 20ê Nîsana 2025an

Sirwe Pûrmihemedî ji endama çalak a Saziya Çandî-Civakî (Sivîl) ya Nûjînê û mamosteya Zimanê Kurdî ji bo birêvebirina 5 sal sizayê girtîgeha bi ser de hatî sepandin hate girtin û bo benda jinan a girtîgeha navendî ya Sine ku saziyên hikûmetî wê girtîgehê wek "Navenda Çaksazî û Perwerde" bi nav dikin hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 19ê Nîsana 2025an, Sirwe Pûrmihemedî ya temen 26 salî û mamosteya Zimanê Kurdî, piştî gazîkirin bo Taya Cîbicîkirina Sizayan a bajarê Sine hate girtin û bo birêvebirina sizayê 5 sal girtîgeha bi ser de hatî sepandin bo benda jinan a girtîgeha navendî ya Sine hate veguhastin.

Sirwe Pûrmihemedî meha Cotmeha 2023an, ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a Sinê ve bi serokatiya dadwer Keremî bi tohmeta “pêkanîna girûp û deste bi mebesta têkdana ewlehiya welat” 10 sal girtîgeh bi ser de hatibû sepandin.

Sizayê navbirî di Payîza sala 2024an ji aliyê Dadgeha Pêdecûnê ya Sine ve bi 5 sal sizayê girtîgeha ragirtî hatibû kêmkirin û ev sizaye roja Duşemî 25ê Îlona 2024an bi awayekî fermî jê re hatibû ragihandin.

Sirwe Pûrmihemedî, roja Yekşemî 29ê Çileya 2023an, piştî serdankirina dadgeha Sinê bo şopandina dosyeya endamên hatinî girin ên vê encumenê, ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatibû girtin.

Navbirî di dawiyê de piştî du hefte binçavkirinê û li rêkefta 13ê Şibata 2023an, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî û heta dawî qonaxên dadgehê ji benda jinan a girtîgeha navendî ya Sinê hatibû berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin