Bokan; Girtin û nediyarbûna çarenivîsa mamosteyeka zimanê Kurdî

20 May 2024 11:29

Hengaw; Duşemî 20ê Gulana 2024an

Sûsen Hesenzade ya çalakvana sivîl û mamosteya zimanê Kurdî ya xelka bajarê Bokanê, 4 roj beriya niha ji aliyê hêzên ewlehî ve bi awayekî hovane hatiye girtin, lê hê jî çarenivîs û cîhê ragirtina vê diyar nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 15ê Gulana 2024an Sûsen Hesenzade ya çalakvana sivîl û mamosteya zimanê Kurdî di encama êrîşa hêzên Îtilaatê li ser mala vê li bajarê Bokanê hate girtin.

Li gor gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê bi bê hebûna ti bilgeyeke dadwerî êrîşî ser mala Sûsen Hesenzade kirine û navbirî bi awayekî hovane girtine û mala vê vekolîne kirine.

Navbirî piştî girtinê ji bo cîhekî nediyar hatiye veguhastin û heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî vê mamosteya Kurd hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa vê li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin