Raportek li ser veguhestina Direxşan Rehîmî bo beşa jinan a girtîgeha navendî ya Sine

Hengaw; Înê 26ê Îlona 2025an
Direxşan Rehîmî, welatiya Kurd a xelka bajarê Sine, piştî sê meh ji binçavkirin û lêpirsînê li girtîgeha Îtlaata Spahê, bo beşa jinan a girtîgeha navendî ya Sine hate veguhastin. Navbirî di dema şerê 12 rojî ya di navbera Komara Îslamî ya Îran û Îsraîlê de ji aliyê hêzên Îtlaata Spahê ve hatibû girtin. Di vê heyamê de, navbirî ji mafê pêwendîgirtin û destpêregihîştin bi parêzer hatibû bêpar kirin û bi malbata wê re jî, ti zanyariyek derheq çarenivîsa wê nedane.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 19ê Îlona 2025, Direxşan Rehîmî, welatiya xelka Sine, piştî sê meh ji binçavkirinê li girtîgeha Îtlaata Spahê bo beşa jinan a girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin. Ev welatiya Kurd ji aliyê saziyên ewlehî ve bi hevkarîkirin digel Îsraîlê hatiye tohmetbarkirin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev welatiya Kurd di heyama girtina xwe de li girtîgeha Îtilaata Spahê û heta niha, ji mafê xwe yên sereke yên wekî mafê pêwendîgirtin bi malbata xwe re û destpêregihîştin bi parêzer hatiye bêparkirin.
Çavkaniyeke agehdar ji Hengawê re ragehand ku Direxşan Rehîmî, piştî ku ji bo girtîgeha navendî ya Sine hatiye veguhastin, niha di beşa qerentînê ya vê girtîgehê de tê ragirtin û herwisa jî, ji mafê pêwendîgirtin û destpêregihîştin bi parêzer bêpar e.
Direxşan Rehîmî digel du birayên xwe di dema şerê Îran-Îsraîlê de ji aliyê hêzên Îtilaata Spahê ve li Sinê hatibû girtin û derheq çarenivîsa her du birayên wê jî ti zanyaryke li ber dest nîne.