Sine; Raporek li ser girtin û tohmetbarkirina pênc welatiyên Kurd ji wan jinek bi "hevkarîkirin bi Îsraîlê re"

Hengaw; Sêşemî 30ê Îlona 2025an
Pênc welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Sine ên bi navên Direxşan Rehîmî û du birayên wê yên bi navên Yasîn Rehîmî, Rizgar Rehîmî, Ednan Mewlaeî, û welatiyekî din ku nasnameya wî nehatiye eşkerekirin, di şerê 12 rojî ya di navbera Îsraîl û Komara Îslamî ya Îranê de ji aliyê Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatine girtin û di dosyeyeke hevbeş de bi "hevkarîkirin bi Îsraîlê re" û "pêwendî digel Komale" hatine tohmetbarkirin û niha li girtîgeha navendî ya Sine girtî ne.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Ednan Mewlaeî, Diraxşan Rehîmî digel her du birayên xwe yên bi navên Yasîn û Rizgar Rehîmî û herwiha welatiyekî din ku di şîranîxaneya vî malbatê de kar dikir û nasnameya wî ji aliyê Hengawê ve tê vekolînkirin, piştî sê mehan ji binçavkirina wan li girtîgeha Îtilaata Spahê bo girtîgeha navendî ya Sine hatine veguhastin û bi tohmeta "hevkarîkirin bi Îsraîlê re" û "pêwedî digel Komale" hatine tohmetbarkirin.
Çavkaniyeke agehdar di vê derbarê de ji Hengawê re ragehand ku Yasîn û Rizgar Rehîmî roja Çarşemî 3ê Îlona 2025an ji girtîgeha Îtilaata Spahê bo girtîgeha navendî ya Sine hatine veguhastin.
Ev welatiyên Kurd di heyama girtina xwe de li girtîgeha Îtilaata Spahê ji mafên xwe yên sereke yên weke mafê pêwendîgirtin bi malbatên xwe re û destpêregihîştin bi parêzer hatibûne bêparkirin.
Hengaw berê ragihandibû ku Diraxşan Rehîmî, welatiya temen 43 salî û xelka bajarê Sine, roja Înê 19ê Îlona 2025an, piştî sê meh ji binçavkirinê li girtîgeha Îtilaata Spahê bo beşa jinan a girtîgeha navendî ya vî bajarî hatiye veguhastin.
Ev pênc welatiyên Kurd di dema şerê Îran-Îsraîlê de ji aliyê hêzên Îtilaata Spahê ve li Sine hatibûne girtin û di heyama binçavkirinê de ji mafê destpêregihîştin bi parêzer û heta pêwendîgirtin bi malbatên xwe re bi rêya telefonê hatibûne bêparkirin.