Reşt; Du rojnamevanên jin ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin

Nesîm Tewafzade û Helale Natiqe du rojnamevan û çalakvanên jîngehparêzî li bajarê Reştê ji aliyê hêzên ewlehî yê

14 November 2023 12:31

 

Hengaw; Sêşemî 14ê Mijdara 2023an

Nesîm Tewafzade û Helale Natiqe du rojnamevan û çalakvanên jîngehparêzî li bajarê Reştê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nediyar hatin veguhestin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja şemî 11ê Mijdara 2023an, Nesîm Tewafzade Berpirsa Malpera Nûçeyan a “Meror” û Rêvebera Damezraweya Jîngehparêzî ya “Sebzkarana Balan”, ji aliyê Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatiye girtin.

Hevdem, Helale Natiqe, Nûçegihana warê Jîngehaparêzî ya Malpera Nûçeyan a “Meror” û Endama Damezraweya Jîngehparêzî ya “Sebzkarana Balan”ê jî hatiye binçavkirin.

Nesîm Tewafzade, nivîskar, çalakvana civakî û jîngehparêzî tevî hevjînê xwe ku ji çalakvanên jîngehparêzî li Gîlanê ne û her du jî bi taybetî li ser pirsa paşmayiyan çalak in.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, di derbarê sedemên girtin û tohmetên bi ser van du rojnamevanan de hatinî sepandin ti zanyariyek li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin