Îsfehan; Emîr Rahpêyker, xwendekarê Kurd bi sedema rexnegirtin ji rêûresma salmerga kuştina Qasim Silêmanî hate girtin

Emîr Rahpêyker ê xelkê bajarê Merîwanê û xwendekarê zanîngeha Pîşesazî ya Îsfe

08 January 2024 16:31

 

Hengaw; Duşemî 8ê Çileya 2024an

Emîr Rahpêyker ê xelkê bajarê Merîwanê û xwendekarê zanîngeha Pîşesazî ya Îsfehanê, bi sedema rexnegirtin ji lidarxistina rêûresma salmerga kuştina Qasim Silêmanî, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin. Di rojên derbasbûyî de, aliyê kêm du xwendekarên dinê bi tohmeta "sivikatîkirin bi Qasim Silêmanî" hatibûne girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 6ê Çileya 2024an, Emîr Rahpêyker, welatiyê Kurd ê temen 22 salî û xwendekarê beşa Endazyariya Kîmyayî ya zanîngeha Pîşesazî ya Îsfehanê, ji aliyê hêzên Îtilaata Spahê ve hatiye binçavkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agahdar, Emîr Rahpêyker, piştî ku li Îsfehanê hate girtin, ji aliyê hêzên ewlehî ve bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhestin û herwisa ji mafên xwe yên sereke wek destpêregihîştin bi parêzer û hevdîtinê bêpar e.

Beriya niha, herî kêm du xwendekarên dinê, her di vê derbarê de û bi tohmetên heman rengî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne girtin.

Nasnameya du xwendekarên dinê yên bi navên Surna Elîpûr, xwendekarê zanîndega Zanistên Pizîşkî ya Hurmuzganê û Mehdî Seadetî, xwendekarê sala dawî ya beşa Dermansazî ya zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya "Sidûqî Yezd"ê, bo Hengawê eşkere bûne.

Ev xwendekarên han, hevdem digel binçavkirinê ji aliyê navenda parastin (Heraset)a zanîngehên wan ve jî, heta heyamke nerohn çûna bo ser dersên xwe, hatine bê parkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin