Dêwulan; Girtina Şahîn Xefûrî, mamostayê zanîngehê ji aliyê hêzên ewlehî ve

Şahîn Xefûrî, xwendekar û mamostayê berê yê zanîngeha Qurwê ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaata

09 January 2024 13:24


Hengaw; Sêşemî 9ê Çileya 2024an

Şahîn Xefûrî, xwendekar û mamostayê berê yê zanîngeha Qurwê ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaata vî bajarî ve hate girtin û ji bo cîhekî nediyar hate veguhestin.


Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 5ê Çileya 2024an, Şahîn Xefûrî yê 35 salî û xelkê Dêwulanê ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaata vî bajarî ve hate binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, pêştî ku Şahîn Xefûrî xwendekarê beşa Endazyariya Nerme Amêrê (Softwer) ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaata vî bajarî ve hate girtin ji bo cîhekî nediyar hatiye veguhestin.


Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema girtin û tohmetên li dijî Şahîn Xefûrî hatinî sepandin, ti zanyariyek ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin