Di meha Çileya 2024an de 152 hevwelatî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya

03 February 2024 11:07

 

Hengaw; Şemî 3ê Şibata 2024an

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Çileya 2024an de, herî kêm 152 hevwelatî li seranserê Îranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin. Zêdetirîn amara girtina hevwelatiyan, pêwendîdar e bi welatiyên Kurd ku 81 kes in.

Li gorî vê raporê, herî kêm 81 welatiyên Kurd, 34 hevwelatiyên Tirk, 14 hevwelatiyên Belûç û herwisa 12 jin û zarokek di heyama meha borî (Çileya 2024an) de, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin yan revandin.

 

Zêdetirî 53 ji sedî welatiyên ku hatine girtin welatiyên Kurd bûne

Pêka amar û belgeyên Hengawê, di heyama meha Çileyê de aliyê kêm 81 welatiyên Kurd ji aliyê saziyên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin ku ev amare beranberî 37 ji sedî ji gelempera welatiyên hatinî girtin li seranserê Îranê di heyama meha derbasbûyî de bûye.

Di meha borî de aliyê kêm 34 welatiyên Tirk beranberî 22.5 ji sedî ji gelempera haletan û herwisa 14 hevwelatiyên Belûç beranberî 9 ji sedî ji gelempera haletan hatine girtin. Herwisa 3 hevwelatiyên Ereb, 3 hevwelatiyên Lor, 3 hevwelatiyên Gîlek û hevwelatiyek Tirkmen di meha borî de ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

 

Girtina kêmîneyên mezhebî û olî

Girtina bawermendên kêmîneyên mezhebî û olî di meha Çileyê de wekî mehên borî ji aliyê saziyên hikûmetê ve berdewam bûye û di meha derbasbûyî de aliyê kêm 20 çalakvanên olî ji aliyê saziyên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

Li gorî vê raporê, 3 kes ji çalakvanên olî ku hatine girtin ji bawermendên ola Behayî bûne ku kesek ji wan jin û 2 kes jî mêr bûne. Herwisa di heyama maha borî de aliyê kêm qeşeyek Xirîstiyan di Dêzfûlê de û 16 çalakvanên Sunî mezheb ku hemû ji welatiyên Kurd bûne, di heyama meha borî de hatine girtin.

 

Girtina 12 jin û zarokek di meha Çileyê de

Pêka amrên hatinî tomarkirin di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, di heyama meha derbasbûyî de herî kêm 12 jin li seranserê Îranê ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin ku beranberî %8 ji gelempera girtiyan e.

Hêjayî gotinê ye ku, 6 jinên hatinî girtin hevwelatiyên Tirk li bajarê Selmasê bûne ku di meşa nîşandana nerazîbûna li hemberî lêkevtên jîngehparêzî yên kargeheke xwê hatine girtin.

Herwisa di vê heyamê de, aliyê kêm zarokek yê bin 18 saliyê li Belûçistanê ji aliyê saziyên ewlehî û hikûmetî ve li Zahidanê hatiye girtin.

 

Girtina mamoste û xwendekar û çalakvanên medyayî

Di heyama meha Çileya îsal de û li gorî amarên li Hengawê hatinî tomarkirin, aliyê kêm 8 xwendekar li bajarên Merîwan, Dêwulan, Tewrêz, Reşt, Tehran û Finûcê û herwisa 2 mamosteyên zanîngehê li bajarên Reşt û Dêwulanê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

Hêjayî gotinê ye ku di heyama meha borî de, herî kêm 3 rojnamevan û çalakvanên medyayî û 5 hunermend û nivîskar li bajarên cuda yên Îranê ji aliyê saziyên hikûmetî ve hatine girtin.

 

Nasnameya van 152 kesan di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin. Bikaranîna vê amarê bi îşarekirin bi navê çavkaniyê rêpêdayî ye.


Di vî warî de zêde bixwînin