Ciwanro; Girtina dubare ya Şeiban Murîdî ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî

Şeiban Murîdî, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Ciwanroyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

14 February 2024 13:32

Hengaw; Çarşemî 14ê Şibata 2024an

Şeiban Murîdî, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Ciwanroyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin. Navbirî di xwenîşandanên tevgera Jin Jiyan Azadî û xwenîşandanên 2019an jî hatibû girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 13ê Şibata 2024an, Şeiban Murîdî yê 32 salî û xelkê bajarê Ciwanroyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û bo cîhekî nediyar hate veguhestin.

Çavkaniyeke nêzîkî malbata Murîdî ji Hengawê re gotiye ku: Hêzên Îtilaatê êrîş kirine ser mala malbatî ya Murîdî  û bi awayekî hovane navbirî girtine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derbarê sedemên girtin û tohmetên li dijî Şeban Murîdî hatinî sepandin li ber dest nîne.

Hêjayî gotinêye ku Şeiban Murîdî li Payîza 2022an di dema xwenîşandanên tevgera Jin Jiyan Azadî û xwenîşandanên 2019an de hatibû girtin.


Di vî warî de zêde bixwînin