Girtin û radestkirina çalakvanekî siyasî yê Kurd ê kêmendam ji aliyê hêzên Asayişa Herêma Kurdistanê ve bo Îranê

06 September 2024 11:39

Hengaw; Înê 6ê Îlona 2024an

Hêzên Asayişa Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê hefteya borî yek ji çalakvanê siyasî yê Kurd ê kêmendam û xelkê bajarê Seqiza Rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Bêhzad Xusrewî ku ji endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bûye û hevdem wek penaber endamê resmî yê Komîsariya Bilind a Netewên Yekbûyî ye, hatiye girtin û tevî îşkencekirinê bo Îranê hatiye radestkirin. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, hefteya borî hêzên îdareya Asayişa Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê, Bêhzad Xusrewî yê çalakvanê siyasî yê 35 salî û xelkê bajarê Seqizê binçav kiribûn û piştî îşkenceyeke dijwar radestî hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê kiribûn.

Pêka zanyariyên çavkaniyeke agehdar ya Hengawê, roja Yekşemî 1ê Îlona 2024an, ji îdareya Îtilaata Îranê li bajarê Sinê digel birayê Bêhzad pêwendiyek hatiye girtin û navbirî agehdar kirine ku birayê wî li vê navenda ewlehî binçavkirî ye.

Ji aliyek dinê ve dayîk û xwîşka Bêhzad Xusrewî yên bi navên Hedîqe Husênî û Bîgerd Xusrewî piştî girtina Bêhzad ji aliyê Asayişa Silêmaniyê ve ti zanyariyek ji qedera navbirî nebûne û di vê saziyê de li bersiva lipeyketinên wan ji wan re hatiye ragihandin ku “Bêhzad Xusrewî wêneyê rêberên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê weşandiye”.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, Asayişa Silêmaniyê zextên xwe yên li ser malbata Bêhzad Xusrewî zêde kiriye û 10 roj derfet daye dayîk û xwîşka Bêhzad ku di heman demê de ku endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û endamê fermî yê Komîsariya Bilind a Penaberan a Netewên Yekbûyî ne, ji Silêmaniyê derkevin.

Hêjayî gotinê ye ku, radestkirina vî çalakvanê siyasî bo Komara Îslamî ya Îranê di halekê de ye ku mafê ti welatekî nîne penaxwazekî ku endamê fermî yê Komîsariya Bilind a Penaberan a Netewên Yekbûyî ye bo welatê wî yê resen bê dîporkirin, heta eger ew kese bi her tawanekê hatibe tawanbarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin